Heyeta CHP'ê bi biryara Walî hat asteng kirin
16:11
JINHA
COLEMÊRG - Heyeta CHP'ê a ku xwest bikeve Navçeya Gevera Colemêrgê bi biryara Waliyê Colemêrgê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengikirin.
Heyeta CHP'ê dema ku xwestin têkevin navçeya Gevera Colemêrgê li xala qontrolê ya Yenikopruyê bi biriyara Waliyê Colemêrgê hat asteng kirin. Heyeta ku Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, Çetin Osman Budak û Şenol Saruhan jî heyî dema ku destur nedan têkevin Geverê vegeriyan Colemêrgê û bi Walî re hevdîtin kirin. Piştî ku Heyetê bi wali re Hevditin pêk anî li avahiya Navenda CHP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê CHP'ê Çetin Osman Budak daxuyanî xwend û diyar kir ji bo ewlehiya Geverê di xeterê de ye heyet nikare bikeve navçeyê û wiha got: "Me xwest em bikevin navçeya Geverê lê bi biryara Wali em hatin asteng kirin. Me xwest ew pevçunên li wir diqewimin û welatiyên li wir dijîn jiyana wan çiqas xeterê de ye bibînin lê destûr nehat dayîn ji ber wê ji em vegeriyan."
Piştî daxuyaniyê Heyetê serdana Şaredariya Colemêrgê kir û bi Hevşaredaran re hevditin pêk anî, serdanên heyetê li Odeya Bazirganiya Colemêrgê bi dawî bû.
(zyd/zt)