Nûçegihanên DÎHA yê Meltem û Ûgûr dernexistin dozgeriyê
16:49
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegîhanên DÎHA yê Meltem Oktay û Ûgûr Akgul ê ku hatin derbkirin û binçavkirin, bi hinceta ewleyiyê îfadeyên wan nehatin girtin. Dozgerî ji bo peydakirina "avahiyeke ewleyî ya dadgehê" karên îfadeyê taloqî sibê kir.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ê Meltem Oktay û Ûgûr Akgul ên du roj berê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, piştî îfade dayînên li Muduriyeta Polîsan a Nisêbînê hat payîn ku îro wan bişînin dozgeriyê. Nûçegîhan qederekê li Dadgeha Nisêbînê hatin rawestandin, bi hinceta "Cihê dadgehê ne ewle ye" karên îfadedayînê taloqî sibê kirin.
(kom/zt)