OGC ji bo rojnamegerên girtî kampaniya da despêkirin
17:44
JINHA
AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) ji bo rojnamgerên girtî serbest bê berdan kampanya îmzeyan da destpêkirin. Cemîyeta ku "Ji Rojnamegerên Girtî re Azadî" dixwaze dê îmzeyan ji Wezareta Dadê re bişîne.
Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC), bi boneya rojnamegerên girtî serbest bên berdan bi navê "Ji Rojnamegerên Girtî re Azadi" kampanya îmzeyan da destpêkirin. Cemîyet îmzeyên ku di kampanyayê de kom bike dê ji Wezareta Dadê re bişîne. Metnê kampanya îmzeyan a Cemîyetê wiha ye: "Tirkiye di pêvajoyek dijwar re derbas dibe. Çapemenî jî di pêvajoyak zor û zahmet dijî. Tu carî çapemenî ew qas neketibû bin zext û zordariyan. Kuştin, binçavkirin, girtin, doz û lêpirsîn, sansur, qedexe heqaret, tacîz û gef li ser hev pêş dikevin. Em hemûyan dijîn û dibînin. Em hem şahid, hem mexdûr û bersûcê wê ne.
Divê rojnameger li gorî rêgeza bingehîn a 'Ji bo ku gel zanîn û agahiyên rast bi dest bixe, pêwiste azadiya çapemeniyê bi duristû bikar bîne' tev bigere. Li gorî vê rêgezê rojnameger berî her tiştî li hemberî gel û civakê xwedî berpirsiyarî ye. Ji bo vê yekê divê karê xwe rast pêk bîne. Sînor, berpirsiyarî, peyvir û azadiya rojnameger, divê ne li gorî îxtîdarê li gorî civakê bê diyarkirin.
Rojnamegerên ku ji bo agahiyên rast bi buhayê mirinê bigînin gel û xwe îkna kirine, îro rastî zext û zordariyên mezin tên. Îxtîdar û hevkarên wê dixwaze li ser rojnamegeran zextê zêde bikin û bi hukmê zorê rojnamegeran li gorî xwe bi teşe bikin. Vê pergala zextan bi rêk û pêk dimeşîne. Hemû rojnamegerên wekî wan tev nagerin dikin hedefa xwe. Îxtîdarê ji bo 'bedelên giran bê dayin' serî li hemû rêyan da. Li Tirkiyeyê di vê pêvajoya ku heri zêde pêdivî ji rastî û heqîqetê heye, êdî ketiye halê ku rojnamegerî neyê kirin. Azadiya rojnamegeriyê ketiye haleki xerab.
Heta niha gelek rojnameger bi îdîayên "endamê rêxistinê", "propaganda rêxistinê", "heqaret li Serokomar kiriye", "Sirrê dewletê", "halê veşartî" "hedefnîşandana peyvirdarê dewletê" û "casûsî" hatin girtin. Di aliyê binpêkirina azadiya çapemeniyê de Tirkiye ket nava rêzên Cîhanê.
Maf û pîvanên demokratîk ên çapemeniyê ket bin piyan. Li Tirkiyeyê yek ji dîtina rêyen rast azadiya çapemeniyê ye. Azadiya ramanê ji rojnameger, nûçe û me hemûyan re pêwist e.
Li gorî van rastiyan me Cemîyeta Rojnamegerên Azad kampanya îmzeyan a "Ji Rojnamegerên Girtî re Azadî" da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de em dixwazin rojnamegerên girtî serbest bên berdan, lêpirsînên li dijî hiqûqê, zextên li ser çapemeniyê û astengiyên li pêş azadiya ramanê bi dawî bibin."
Ji bo tevlêbûna kampanya îmzeyan:https://www.change.org/p/özgür-gazeteciler-cemiyeti-tutuklu-gazetecilere-özgürlük."
(zt)