Saziya Malbatên Şehîdan êrîşên ser Şêx Meqsûd şermezar kirin
18:10
JINHA
AMÛDÊ- Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Amûdê bi daxuyaniyek êrîşên ser Şêx Meqsûd şermezar kirin.
Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê têkîldarê êrîşê çeteyan yê li ser taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê daxuyanî da. Bi dehan ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, endamên Saziya Malbatên Şehîdan û gelê bajêr li ber Qada Jina Azad kom bû û li wir daxuyanî ji hêla mamoste Serdar Ezîz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratik têkoşîn tê kirin û wiha hat gotin, "Lê belê hêzên paşverû û netewperestên faşîst li ser herêmê teror dane destpêkirin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em wek Saziya Malbatên Şehîdan a Bajarê Amûdê êrîşên li ser Şêx Meqsûd û hemû hêzên ku alîkarî didin van êrîşan çi herêmî bin çi navdewletî bin, şermezar dikin û bêdengiya saziyên ku xwe wekî parezvanên mafên mirovan pênase dikin jî wekî xiyaneta ji rêzikên mirovahiyê binav dikin." Di dawiya daxuyaniyê de îşare bi hevkariya ENKS'ê bi hêzên Opozîsyonê ku êrîşên Şêx Meqsûd dikin, tê kirin û wiha hat gotin: "Xiyaneta herî mezin bi destê Kurdan tên kirin. Ev aliyên xayîn rasterast destekê didin van êrîşan. Lê bila were zanîn ku em ê ji bo doza xwe têbikoşin. Em ê serî netewînin û li keda şehîdên xwe xwedî derkevin."
Daxuyanî bi şîarên "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd" bi dawî bû.
Têkîldarê êrîşê çeteyan yê li ser Şêx Meqsûd li bajarê Til Temir jî hat dayîn.
(en/rc)