Li Nisêbînê bombebarana giran
08:21
Nîsan
14
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê ji saetên êvarê ve li hemberê taxên Kişla û Zeynelabîdîn top barana giran dest pê kir.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şer û pevçûnên dijwar bênavber didome. Ji saetên êvarê ve piştî sevqiyeta leşkeri, li hemberê taxên Kişla û Zeynelabîdîn bombebarana giran dest pê kir. Taxên ku bi tanqan hatin dorpêçkirin bê navber tê top baran kirin.
(kom/zt)