Li Cizîrê serdegirtina malan

08:24

ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê hêzên dewletê Taxa Nurê dorpêç kirin û li ser gelek malan de girtin. Hêzên dewletê ku ser malan de girtîn gefên “Em ê dîsa werin” li gel xwarin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin êrîş û dorpêça hêzên dewletê de, tîmên taybet li taxa Nur’ê ser malan de girtin. Tîmên taybet ku li ser gelek malan de girtin bi saetan lêgerînê kirin. Hêzên dewletê ku tiştekê di malan de nedîtin, gefên “Dibe ku me tiştek nedît, lê piştî 15 rojan em ê dîsa werin” li xwûdanê malan xwarin.

Ji aliyê hat hîn bûn ku lîsteya malên ku ser de bê girtin di deste tîmên taybet de hebû.

(kom/zt)