Jinên Til Temir: Bila PDK'ê bi nirxê gelê me nelîze
09:12
Sorgûl Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir bertek nîşanî ambargoya ku ji aliyê PDK'ê û dewleta Tirkiyê yên li ser kantonên Rojava pêk tê dan û gotin armanca ambargoyê koçkirina gel ji herêmên wane.
Ligel êrîşên çeteyan ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, hikûmeta PDK'ê û dewleta Tirkiyê bi dorpêç û ambargoyê piştgirî didin çeteyan û dixwezin gel cardin ji herêmên wan bidin koçkirin. Bi taybet piştî îlankirina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê PDK'ê deriyê sînor yê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de bêyî tu hincet diyar bike girt. Bi awayeke hemwext hikûmeta AKP'ê jî Deriyê Miştenûr yê di navbera Kobanê û Pirsûsê de girt. Ambargoya plankirî rastî nerazîbûnê gelê Rojava hat. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê li hember girtina Deriyê Sînor yê Sêmalka, ambargoyên PDK'ê û dewleta Tirkiyê bertek nîşan dan û gotin li hember polîtîkayê koçberkirinê ew ê li ber xwe bidin.
'Ev axa meye û em ê dev jê bernedin'
Cemîle Kêro di despêka axaftinên xwe de girtina deriyê sînor bi tundî şermezar kir û wiha got, "Em wekî jinên bajarê Til Temir girtina deryê sînor bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku ambargo were rakirin. Lê heke dixwazin bi girtina deriyan me ji têkoşîna me û axa em qut bikin, bila baş bizanibin ev axa me ye û em dest jê bernadin. Raste bandorên neyînî yên dorpêçê hene. Tişt buha bûne, yan jî hin tişt kêm bûne. Lê em zevî û baxçeyên xwe diçînin û wiha debara xwe dikin."
'Bila PDK'ê bi nirxê gelê me nelîze'
Tirkiye Beravî jî destnîşan kir ku divê PDK'ê dev ji lîstikên xwe berde û wiha got,"Ez girtina deryên sînor bi tundî şermezar dikim. Pir eşkere ye li ser Rojavayê Kurdistanê komplo pêk tê. Lê belê divê bi taybet PDK'ê dest ji van lîstokên qirêj berde. Roj roja biratiya gelan e. Roja biratiyê ye. Bi xwe jî di roja ku biryara federaliyê hate îlankirin, gelo çima deryê sînor yê Sêmalka hate girtin? Ez di wê baweriyê de me ku dixwazin wiha Rojava tengav bikin û gel neçarê koçberiyê bikin. Lê bila her kes bizanibe ku gelê Rojava geleke xwedî rûmet e û nirxên xwe diparêze. Bila PDK'ê bi nirxê gelê me nelîze. Êdî bese van polîtîkayên qirêj li ser gel pêk tînin. Bila PDK'ê li gor wîjdanê mirovahiyê nêzîk bibe ne ku li gor berjewendiyên xwe yên teng."
(tk/rc)