Meryem bi keda destê xwe dikan vekir
09:18
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Meryem Belikli a li Seyhanê jiyan dike, 12 salan di dikana doneran de xebitî, berî 6 sala bi keda destê xwe dikan vekir. Meryem dibin meyzekirinên şaşwazde karê xwe bi hezkirin dike û bang li hemu jinan kir ku aboriya xwe ser bixwe ava bikin.
Meryem Belikli (50) a ku dayîka 3 zarokane li taxa Kayalibaga girêdayî navçeya Seyhana Edenê jiyan dike, 12 salan di dikana donerê de hosteya donerê bûye. Meryem bi salane di kargiha dikana donerê de dixebite got: "Ji bo muhtacî kesê nebin ez bi salane dixebitim. Bi teybetî ji bo ku ez muhtacî mêran û aboriya wan nebim dixebitim. Ez gelek keyfxweşim, ku xwediyê karê xwe me û ez bi tenê dixebitim. Ji ber ku ez ji xwe bawerim, kes li ber destê min jî nîne. Hem doner, hem şorbê çêdikim, di heman demê de li ber xwarinê çay û dew jî çêdikim û didim."
'Ez bi heskirin karê xwe dikim'
Meryem dazanî ku ew her sibeh zû şiyar dibe diçe ji bo doner amedekarî dike û wiha dom kir: "Ez gelek di westim lê bi keyf karê xwe dikim. Berî niha be çend salan ez xebatkarê vê dikanê bûm; lê niha ez bixwe doner çêdikin. Berî çend salan min ked daye vê dikanê û ev 6 sale ku min ev dikan dewr girt. Mirov gelek eleqe nîşanî karê min didin, bi dilek rehet tên xwarina xwe dixun. Ji ber ku tama xwarina destê jinê tê çêkirin. Ji ber ku berî niha mirovan jinên donercî nedîne şaşwaz dibin; lê hêdî hêdî hînbûn ku jin jî dikarin karê donerê dikin."
'Dibe jin aboriya xweya ser bixwe ava bikin'
Meryem got ku jin bi hêz û îradeye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji ber ku ez bi xwe zanîm, jin xwedî hêze. Bila tu jin muhtacî tukesê nebin. Bila hemu jin aboriya xwe ser bixwe ava bikin. Gava jin qalikê li ser xwe bavêjin dê serkertîbin. Jin gava bi keda xwe perê xwe qezenc bike, bawer bikin dê keyfxweştir bibin û dê jin bi vîna xwe bisekine. Bila bi teybetî jî aboriya xwe ser bixwe ava bikin û dest bi kar bikin.
(dt/zt)