Jin parastina xwe bi piştevaniyê rêxistin dikin

10:08

JINHA

ENQERE - Jin li hember tacîz, tecavûz û şîdeta dewlet, mêr rêxistina xwe yê parastinê bi hêz dikin. Endama Kolektîfa Jinên Zanîngeha Enqerê Hîlal Zambakçi diyar kir ku, ew Nevîn Yildirm, Çîlem Dogan, Yasemîn Çakal û jinên ku li Kurdistanê hember şîdeta dewletê parastina xwe yê cewherî pêk tînin mînak digrin û bang rêxistinbûnê li hember şîdet û çanda tecavûzê li jinan kir.

Jin di nava civakê de ji aliyê bav, hevjîn, bira an jî heskiriyên xwe ve rastî şîdetê, tacîzê û tecevûzê tên û têne qetilkirin. Jin ne tenê di nava malê de rastî şîdetê tê di heman demê de li tevahî qadên jiyanê rastî êrîşê serdestiyê tê. Li Edenê Çîlem Dogan, li Ispartayê Nevîn Yildirim û li Stenbolê jî Yasemîn Çakal li hembe şîdeta sîsematîk yê ku li hember wan ji aliyê mêran ve pêk dihat mafên xwe ên jiyanê parastin. Li Kurdistanê jî li hember dexwezê parastinê dewlet bi şîdet û mirinê bersiv dide. Li hember êrîşên dewletê jin li qadên jiyanê xwe bi rêxistin dikin.

Endamên Kolektîfa Jinên Zanîngeha Enqerê jî diyar kirin ku ew hêzê ji Çîlem, Nevîn û Yasemîn digrin û li Enqerê spora parastina cewherî hîndibin. Endama Kolektîfa Jinên Zanîngeha Enqerê Hîlal Zambakçi diyar kir ku jin bi salane li hember tacîz, şîdet û tecevûzan rû bi rû mane û wiha got, "Ji bo parastina jiyanê em sporên parastina cewherî dibînin. Li hember şîdet, tacîz û tecevûzê em xwe hînê parastina cewherî dikin. Li hember şîdetê divê tevahî jin di xwe bi rêxistin bikin.

'Li hember şer jin jiyanê diparêzin'

Hîlal destnîşan kir ku bi salane jin rastî şîdetê tê û wiha got li hember şîdetê ew ê bi piştevaniyê têbikoşin û wiha domkir, "Bi salane desthilatdariyê mêr hember jinan dijminahiyê dike. Lê êdî bersiva van êrîşan heye: Nevîn, Çîlem û Yasemîne... Her yek ji van mînakên vê yekê ne. Ev mînakên berxwedana li hember şerê dewletê ne. Jin bi parastina xwe têkoşîna avakirina jiyana azad didin. Li hember şer jin jiyanê diparêzin."

(rc)