Dayîkên Aştî: Bila tecrît rabe mûzakere despêbike
11:03
JINHA
STENBOL - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî bertek nîşanî tecrîda ku salek li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û dexwaza rakirina tecrîtê û despêkirina mûzakereyan kirin.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî ên Stenbolê têkîldarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku ji 5'ê Nîsanê heya niha destûra hevdîtinê nayê dayîn, ji ajansa JINHA'yê re nirxandin kirin. Dayîkên Aştî diyar kirin ku ji bo pêşî li aştî bê vekirin divê tecrîta li hember Rêberê PKK'ê bê rakirin û mûzakere ji nûve bêne despêkirin.
'Tecrîtê li hember Ocalan tê wateya tecrîtkirina gelê Kurde'
Nafiye Başaran got, "Rêberê gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalane, bêy Ocalan mûzakere û aştî jî wê pêk neyê. Tecrîtê li hember Ocalan tê wateya tecrîtkirina gelê Kurde. Em dayîkên ku ji bo aştî û têdikoşine. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Cardin divê maseyê mûzekrayan bê avakirin û ji bo aştiyek bi rûmet xebat bên meşandin. Şerê heyî tenê Birêz Ocalan dikare bi dawî bike. Divê hevdîtin despêbike."
Endama Dayîkên Aştî Perîhan Akbulut jî wiha got, "Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin, divê ev şer dawî bibe. Divê tevahî dayîkên leşker û polîsan zarokên xwe ji şer dûr bigrin û ji bo aştî derên qadan û biqîrin. Pêwîste tecrîtê li ser Birêz Ocalan bê rakirin û hevdîtin ji nûve despêbikin.
Sultan Bozkurt jî wiha bertekê xwe nîşan da, "Pêwîste tecrîta li ser Birêz Ocalan, ciwanên me û gelê me bê rakirin. Em êdî aştî û azadî dixwazin. Tecrîta li hember Birêz Ocalan tê wayetê şer, ji bo pêk hatina aştiyê divê tecrîd bê rakirin.
(rc)