Kongreya Star xebatê 3'ê heyvan nirxand

11:23

JINHA

HESEKÊ - Kongreya Star civîna xwe ya bajarê Hesekê bi tevlîbûna endam û nûnerên rêxistinê lidar xist.

Li bajarê Hesekê Kongreya Star xebatê xwe yê piştî pêk hatina 6. Kongreya Star bi tevlîbûna hêjmarek mezin yê jinan civîn hat li darxistin. Endamên Kongreyê Star û nûnerên rêxstinan beşdarî civînê bûn û nirxandina xebatê 3'ê heyvan hat kirin. Rewşa herêmê û pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin. Civîn li Salona Şehîd Canfîda ya Taxa Kelasê hat li darxistin. Di serî de rewşa siyasî ya herêmê hate nirxandin û li ser rolê MSD û QSD'ê gotûbêj hatin kirin. Herwiha di civînê de êrîşê çeteyan yê li ser Taxa Şêx Meqsûd û Bakûrê Kurdistanê jî hat nirxandin.

Li ser girîngiya tevlîbûna jinan yê qadên parastinê hate destgirtin û plansazî hat diyar kirin. Li gor vê dê li gund, navçe û bajar ji bo jinan perwerde di derbarê Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê, herwiha di derbarê Sîstema Hevserokatiyê de jî perwerde werin dîtin. Her wiha ji bo jinên ku xwendin û nivîsê wan nîne dê perwerde bên dayîn.

(ee/rc)