Jinên Başur: Di Enfalê de zarokên me hemû jehrî kirin û kuştin

11:25

Şengar Biradost/JINHA

KERKUK - Jinên Xurmatû yên şahedî ji dema Enfalê re kirine û piraniya xizmên xwe wenda kirine: "Em hemû girtin û birin 5 rojan av û nan nedan me. Em birin Kampa Topzawe. Zarokên me hemû nexweşketin û ji birçînan mirin. Paşê bijîşkek hat zarokên me hemû derzî kirin piştî wan derziyan zarok mirin. Cenazeyê zarokan jî nedibirin hemû li ber çavê me hêlan em û cenazên zarokên xwe di nav hev debûn."

Di navbera salên 1986 û 1988'an de bin navê Enfal bi sed hezaran mirov birin çolên Başurê Îraqê zindî xistin bina axê. Ji aliyê rêveberiya Başurê Kurdistanê ve 14'ê nîsanê wek roja bîranîna vê tirajîdya mezin hatiye diyar kirin. Ji wê demê ve her sal 14'ê nîsanê roja bîranîna enfalêye. Yek ji cihên ku Enfal lê hat pêk anîn bajaroka Xurmatûbû. Jinên bajaroka Xurmato yên şahidî ji Enfalê re kirine ragihandin ku komkujiyên Enfal li ser destê xayînan û musteşarên Kurd pêkhatiye û gotin "Ger deshilata Başurê Kurdistanê li hember wendahiyên Enfalê ne xemsar buya, wê bi şêwazek yekgirtî û bi rihê tolhiladanê tola jin û keçan hilanaban. Em ji xwe re tiştek naxwazin lê wan Enfal ji xwe re kiriye kursiyê desihaltê û gel diperçiqînin."

Yek ji jinên di Enfalê de gelek xizmên xwe windakirî Amîne Alî wiha axivî: "Malbata me ya mezin zêtirî 150 malbatanbûn, niha em bigiştî 25 nemane. Ji her malbatê yek yan jî du kes mane, yên din tev hatin Enfal kirin. Yên ku ev tirajîdî li ser me pêk anî xayîn û musteşarên Kurd bûn. Em 7 kes bûn 5 zarokên min hebûn. Em ji ber rejîmê reviyan 9 rojan me berê xwe da deştê û me xwe li deştê veşart. Min 9 rojan bi arê ku ser pişta xwe hilgirtbû li ser devê bêrê nan ji zarokan ra di pijand. Piştî 9 rojan rejîmê em girtin û birin bajarê Tikirît. Paşê em birin Zindana Nugre Selman, şeş mehan em li wê hiştin. Zarokên me tev nexweş û birçîbûn. Rojek diktorek anîn derzî li zarokan dan, li keça min ya bi navê Melek ya 11 salî û lawkê min Tahir ê 3 salî jî derzî kirin. Rojadinê her du zarokên min jiyana xwe jidest dan. Bijîşkan derziya jehriyê li zarokan dida, ji ber zarok pir bûn. Cenazê zarokên min 12 rojan li odeya ku em têde diman li ber çavên me bûn. Dema min ji nobedaran re digot wan cenazan derxin bîndidin, bersiva 'bila hindke din jî bimîne paşê' didan me. Piştî ku 12 rojan cenazeyên zarokan avêtin ber kuçkan."

Amîne da zanîn ku ew dema ew girtin ewqas îskence li wan kirin êdî ji canê xwe bêzarbûn û wiha dom kir: "Rojek hatin pirsîn 'kî dixwaze ji vê derê derkeve?' Min jî got ez dixwazim. Pîrekê ji min re got; 'Wê te bikujin neçe.' Min jî jêre got: 'Dema zarokên min bûn xwarina Kuçikan ez bimirim baştire.' Paşî yên ku navê xwedabû ez jî têde em 5 rojan xisitin hucrê û timî serhev îskenca giran li me kirin. 5 rojan av û nan nedan me. Em birin Kampa Topzawe ya girêdayî Hewlêrê ji wê jî em birin Çemçemal, paşî em birin Silêmiyê û carek din birin Çemçemal. Em pir gerandin û pir êşandin heya dawiyê bizor me xwe xilas kir."

Amîne bilêv kir ku tiştek ji bo doza Enfal û xizmên wan nehatiye kirin û wiha berdewam kir: "Me nedît rojekê musteşarek bê darizandin. Heya niha tola jin û keçan nehatye hildan. Heya niha zarokên şehîdên Enfalê dibin destura musteşar û cehşan de dijîn. Heya niha zarokên Enfalkiriyan li bendêne ku ji wan kesên detê wan di Enfalê de hebûye jêre kaxezek îmze bike. Çima? Ked û xwîna Enfalê ji xwe re kirine kursî û li ser wî kursiyî gel diperçiqînin. Yên xwediyê kedê şehîdên mene. Hikumet ji bo deshilata xwe tiştekê ji me re nake. Niha ji erebû tirkmenan re kamp tên çêkirin, pariyê devê zarokên şehîdan ji bo wan tê sitanidin. Ji wan neqewmiye yên ku niha jî li wan qewmî Kurdin lê ji bo Kurdan tişt nayê kirin. Eger ew rast dibêjin û xwediyê wê axê bin wê dest ji berjewendiyên xwe berdin û bi yeketiya xwe tola şehîdan hilînin. Ji bo zarokên yên di dema Enfalê de di sengerên şer de sîngê xwe didin ber guleyan, alîkarî nayê kirin. Em ji xwe re tiştek naxwazin, bila bidin pêşmergan bese, ji ber ew şer dikin."

Pexşan Hesen, diyar kir ku di despêka Enfalê de wan xwe veşart lê xilas nebûn û ketin destê rejîmê û wiha dom kir: "Pênc rojan em xwe li gûdnê Cewal Abî veşart em difikirî wê rewş baş bibe û emê vegerin avahiyên xwe. Lê her şer û bomababaran berdewambûn. Paşî em çun navçeya Qadir kerem balafirên şer li her derê dixistin. Me nikarî bû em li cihek bi sekinin. Her der agir dibarî. Ji bo wê dema mala bavê min jî hat û hevjînê min girtin, zarokên min jî biçuk bûn. Em 6 mehan gel mala bavê xwe li Heftekan di kampê de man. He roj û şev dihatin li me dixistin, em wek girtiyan bûn. Me nikarî bû rojekê jî derkevin. Rewşa me heya wan salên dawiyê jî zêde xirap bû, lê piştî ku zarokên me mezin bûne êdî rewş hindik be jî baştire. Hikumeta herêmê pir xemsar û bê berpirsiyare li hember doza Enfalê."

Nesrîn Alî ku hevjînê xwe li gel 2 tî û birayek xwe wenda kiriye jî wiha behsa wê demê kir: "Em wê demê li gundê Muftî Axa bûn. Rojekê wesayîtek leşkerî hat tu zilam di gund da nehiştin, tev xistin Erebê û birin. Paşê xwastin me jî bibin. Ez û zaroka xwe her roj li malekê li kolanekê bûn. Piştî hevjînê min birin 4 heyvan zarokek min yêdin jî hat dinê. Piştî ku hevjînê min li gel 2 tî û birayê min birin êdî me wan nedît. Em perîşanbûn, heya dawiyê min ji xwe re malek paqij kir û her roj diçum nav ereban di xebtîm ji bo zarokên min nemirin ji birçan."

(şb)