'Emê bi hev re zarokên xwe bi tilîliyan oxir bikin'
12:17
JINHA
AMED - Cenazeyên li nava Surê dihêlin nadin malbatan ji ber belgeyek bi awayê "endamên rêxistina terorê" amadekirine dixwazin wê bidin îmzakirin. Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî tiştên bi malbatan didin jiyandin dan û gotin: "Ew belge ji bo ser komkujiyan bigirin amade kirine. Bila kes neyê van lîstokan. Emê bi hev re zarokên xwe oxir bikin."
Li ser daxuyaniya "operason qediyan" li navçeya Sura Amedê mehek derbasbû hîna li ser 6 taxan 'qedexeya derketina derve' berdewam dike. Ji ber dorpêça ser Surê berdewam dike malbatên zarokên wan li Surê hatine qetilkirin bigumanin, ji ber difikirin dibe ku cenazê zarokên wan di nava molozan de ji nava Surê derbixin. Di nava molozên derxistin de dîtina bedena jinekê hîn zêdetir gumanên malbatan mezin dike. Dayîk dixwazin mezarek zarokên wan hebe biçin ser dua bixwînin. Di hemû ol û hiquqan de "mafê definkirinê" heye, lê ev bi mehane malbat ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe di çalakiyê denin. Malbatên Rozerin Çukur, Turgay Girçek, Gunduz Akmeşe, Ramazan Ogut, Cihat Morgul, Mahmut Oruç, Erhan Keskin, Hakan Arslan, Welat Bilen û Erdal Tekin ên di nava surê de hatine qetilkirin ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe 3 mehin li Navenda Çanda Dicle Firadê di çalakiya nobetê denin.
Cenazeyan nadin
Li aliyê dinê 36 cenazeyên ji nava Surê derxistine 11 li Amedê, 4 Meletiya, 14 Dîlok û 7 jî li Aarpêtê di nexweşxaneyan de tên girtin. Ji bo girtina cenazeyan malbatan bi her awayî serlêdan kirine, lê ji ber ku cenaze nayên nasîn divê testa DNA yê bê kirin. Ji bo testa DNA yê jî dixwazin belgeya bi sernava "endamên rêxistina terorê ya çekdarîne" bidin îmzakirin. Ji ber ku malbat wê belgeyê îmza nakin, cenazeyan nadin û bêyî malbatan defin dikin. Meclisa Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî nêzîkatiyên li malbatan tên kirin dan û wiha gotin: "Bila kes neyên polîtîkayên wan ên qirêj. Ew zarok şehîdên vê axêne, ji bo me canê xwe feda kirine, emê li ser vê axê bi tilîliyan bigihin wan."
'Em di ferqa lîstokên qirêj denin'
Ji Dayîkên Aştiyê Hanim Atli diyar kir ku li Cizîr, Sur, Nisêbîn û gelek deverên dinê polîs destdidanin ser cenazeyan, divê ti malbat vê ne pejirînin û bi awayê girseyî cenaze bên definkirin û wiha domand: "Dema ku malbat ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe diçin nexweşxanê polîs astengiyan çêdikin û dibêjin; 'Em cenazên zarokên we nadin, hîna teşhisnekirine testa DNA yê çênekirine.' Ji bo testa DNA yê malbatan dibin TEM yê, li wê jî dixwazin bi zorê forman dagirin û weke ku yên jiyana xwe jidestdane ne sivîlin îmza bavêjin. Ji bo ser komkujiyan bigirin hewildidin ên jiyana xwe jidest dane weke ne sivîlin nîşan bidin, lê kes nayên van polîtîkayan. Êdî çavê me hemûyan vebûye. Em di ferqa lîstokên qirêj denin."
Hanim bilêv kir ku tehmûla wan ji cenazeyên li Surê re jî nîne û wiha berdewam kir: "Cenazeyên me parçe dikin, dişewitînin û paşê jî dibêjin 'Nayên nasîn' û testa DNA yê dixwazin. Kê ew zarok anîn wî halî? Ma gelo ne we anîn wî halî? Hun bi tankan ser wan re çun. Ev wijdanek çawaye, mirovbûnek çawaye? Heta tehmûla we ji miriyên kurdan re jî nîne. Malbat nakevin wê xefikê. Emê wan zarokan bi hev re defin bikin. Ew şehîdên vê axê ne dê bi tilîliyên vê axê bên definkirin. Wan ji bo vê axê û vî gelî canê xwe fedakirine, divê em jî li wesyet û mîrasê wan xwedî derkevin. Em napejirînin dibin tindiya polîsan de cenaze bên definkirin."
'Em her dem li şehîdên xwe xwedî derketine'
Raife Ozbey jî destnîşan kir ku nedana cenazeyan polîtîkayek nû ya hilweşandiyê ye û wiha axivî: "Dewlet dikuje û paşê jî dixwaze bibêdenî veşêre, ji bo kes lê xwedî dernekeve. Ji bo wê jî naxwaze MEYA - DER bigihe cenazeyan. Tiştek wiha nayê pejirandin û divê neyê pejirandin jî. Em bang li gel dikin ku kes tiştên wiha ne pejirînin. Dewlet zarokên me qetildikin, parçe dikin û nahêlin kes biçin merasîma cenazeyên wan. Diçin malbatan tehdîd dikin û dibêjin; 'Yan hunê cenazeyên zarokên xwe bi bêdengî veşêrin yan jî emê cenazeyan nedin we.' Divê malbat bêrometiyek wiha nepejirînin. Divê ticarî malbat bi tena serê xwe cenazeyan negirin. Em weke dayîk her dem li gel malbatanin, bila xwe tenê hîs nekin. Em weke gelê kurd her demê li cenazên xwe xwedî derketine û emê xwedî derkevin. Ew zarokên me ne û şehîdên me ne."
(zt)