'Bîranînê min ên Sûrê min ser piyan digre'
12:57
Medîne Mamedoglu/JINHA
AMED - Dayê Hûsna Fîdan (66) piştî bihîst li Sûrê xanî tên xirab kirin, çû ber deriyê xaniyê xwe, bi şev û roj dest bi girtina nobeta malê xwe kir. Hûsna qala girêdana xwe yê ligel Sûrê kir û wiha got, "Dibe ku ti kes li malê nebe, ez li vir bi tenê dijîm. Kevirên Sûrê bîranînên min ên jiyanê dide jiyandin."
Desthilatdariya AKP'ê bi riya Lijneya Wezîran ji bo bajarên Sûr, Sîlopya, Cizîr, Hezex û gelek bajarên din biryara "Îstimlakirina Lezgîn" da. Hikûmeta AKP'ê ku bi biryara desteserkirin û dagirkeriyê dixwaze her derê têxe bin kontrola xwe û li gorî xwe ji nûve ava bike, niha jî hewl dide hemû rêyên hiqûqî û darazî yên li hemberî vê yekê bigire û vê dagirkeriya xwe mîsoger bike. Welatiyên Sûrê bertek nîşanî biryarê desteserkirina Sûrê û bi taybet cihên dîrokî mîna mizgeft, dêr û nirxên dîrokî dan. Yek ji wan welatiyan dayê Hûsna Fîdana (66) saliye.
'Sûr welat, nasname û jiyana min e'
Hûsna Fîdan yê ku li taxa Lalebey jiyand dike diyar kir ku wan ti car bawer nedikir ku Sûr wiha bê xirab kirin. Hûsna da zanîn ku ew ji bo parastina xaniyê xwe yê Sûrê bi şev û roj nobetê digre. Hûsna bilêvkir ku ew ê destûr nedin ku malên wan bên xirab kirin û wiha got, "50'î sale ez li Sûrê dijîm. Li vir mezinbûm, zewicîm û zarokên min çêbûn. Eger Sûr xirab bikin tê wateyê ku ez ê bê nasname û welat bimînim. Sûr ji bo min welat, nasname û jiyanê îfade dike. 5 Zarokên min hene û niha tev li Stenbolê dijîn. Li Sûrê ez ne bi tenê xwe me, tevî bîranînên xwe yên jiyanê dijîm. Eger xaniyê min xirab bikin ez ê li kolanan bimînim, lê ji vir naçim cihek din."
'Ji roja ku min bihîst biryarê xirakirina Sûrê girtine min dest bi nobetê kiriye'
Dayê Hûsna diyar kir ku ji ber temenê xwe yê mezin nikare tevbigere û wiha pêde çû, " Ez bi cîranan re jiyana xwe parvedikim û em bi hevre rûnin sohbet dikin. Ma ez dikarim vê jiyanê li derek din bibînim? Tirsa min ew e ku dewlet mala min jî bistîne. Eger ez ne li vir li derek din bim nikarim bijîm. Ez demek ji ber êrîşên hêzên dewletê ji xaniyên xwe dur ketim. Piştî ku taxên Surê hatin bombekirin, bûka min hat ez ji Surê derxistim. Gava bûka min ez li vir derxistim hêzên dewletê deriyê malên min şikandin. Min dîsa jî Sûr terk nekir. Min dîsa hertişt di serî de avakir. Dîsa were xirakirin ez ê carek din çêbikim. Gava gotin dê Surê xirabikin min dest bi girtina nobetê li ber deriyê malê xwe kir."
(dt/rc)