Ji bo piştgiriya Şêx Meqsûd daxuyanî hatin dayîn
13:20
JINHA
QAMIŞLO - Saziya Pêwendiya Kongreya Star li ber Navenda Kongreya Star a Kantona Cizîrê daxuyaniyek dan. li Dirbêsiyê jî bi heman mebestê Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî da.
Saziya Pêwendiya Kongreya Star ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Şêx Meqsûd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên Kongreya Star, Mala Jinê, Saziya Sara, Nûnerên TEV-DEM û PYD'ê amade bûn. Di daxuyaniya ku bi Erebî hatî xwendin de wiha hat gotin, "Em bi bîr bixin jinên Kurdistanê bi taybet jinên Şoreşa Rojava ji destpêka şoreşê ala berxwedaniyê hildane ji bo zilmê ji holê rakin. Jina Kurd bûye semboleke cîhanî ya berxwedan û rizgariyê."
Daxuyaî wiha domiya: "Îro gelê me bi komkujî û asîmîlasyonê re rûbirû ye. Lê belê jin her û her berxwedaniyê bilind dike. Gelê me li Şêx Meqsûd bi êrîşên hovane yên çeteyên Cephet El Nûsra û Ketîbe Sultan Murad, Kîtabeya Opozîsyona Sûriyê û hin paşmayîyên ENSK ên ku elîme serê xwe bitewînin, rû bi rû ne. Ev komên çete çekên kîmyawî li ser taxê bikar tînin. Di encamê de heya niha bi dehan jin, zarok û gelê sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li beramberî vê em dengê xwe bilind bikin. Herwiha em ji saziyên mafên mirovan û bi taybet rêxistinên navnetewî yên jinan dixwazin ku bêdeng nemînin."
Di dawiya daxuyaniyê de îşare bi berxwedana Bakûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk hate kirin û wiha daxuyanî bi dawî bû: "Em li beramberî van pêkanînên hovane yên dewleta Tirkiyê ku li ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Gever û hwd. pêk tên, dengê xwe bilind bikin. Em ji tevahiya jinên cîhanê dixwazin ku li cem jinên berxwedêr cih bigrin. Ji ber ku dîrok tu caran xayîn û zaliman efû nake û em soz didin şehîdan ku em tucar wan ji bîr nakin. Bijî şehîdên tevgera azadiya kurdistanê, Bijî jinên berxwedêr."
Daxuyanî bi dûruşmeyên 'Bijî berxwedana Şêx Meqsûd', 'Bijî Berxwedana Bakûr ' bidawî bû.
Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Dirbêsiyê li ber saziya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiyên Şêx Meqsûd hate şermezarkirin. Daxuyanî ji hêla Viyan Memo ve hate xwendin û têkoşîna li Şêx Meqsûd hate silav kirin. Herwiha bêdengiya raya giştî li dijî hovîtiyên li taxê pêk tên, hate ziman û hate xwestin ku herkes ji bo Şêx Meqsûd bi hişyarî tev bigere.
(lç/rc)