Li navçeya Peyasê lêgerîn bidawîbû
13:35
JINHA
AMED - Di saetên sibehê de polîsan ser avahiya navenda DBP'a Amedê, navçeya Peyasê de girtin û lêgerîn kirin. Lêgerînên avahiya navçeya Peyasa Amedê dawî bû. Di serde girtinê de hevserokên navçeyê hatin binçavkirin û ji aliyê polîsan ve posterên hersê jinên siyasêtmêdarê kurd ku li Silopî hatin qatil kirin, wenê, saet û tişort deste ser kirin.
Li avahiya DBP'a bajarê Amedê û avahiya navçeya Peyasê polîsan operasyona hemxwet pêkanîn. Lêgerînên avahiya Peyasê dawî bûn. Di serdegirtina avahiya Peyasê de dest danîn ser gelek poster û wenêyan. Polîsan dest danîn ser wenêyên her sê siyasetmedarên kurd yê ku li Silopî hatin qatilkirin Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar li gel weneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Ji hevserokên DBP'a Peyasê Mustafa Uyguner di serdegirtina malan de hat binçavkirin, Sevîm Adsoy jî, li avahiyê hat binçav kirin.
Di serde girtinê de polîsan dest danîn ser saetên ku li ser nivîsa piştgiriya Kobanê ser nivîsî û tişortan. Di heman demên de kolonyayê ku li bînayê wek suc hatin dîtin, kilîdên gelek malan şikandin û derî ji cih rakirin.
(dt/zt)