Rojnameger Meltem û Ugur sewqî dozgeriyê kirin
13:38
JINHA
MERDÎN - Nûçegîhanên ajansa DÎHA yê Meltem Oktay û Ugur Akgûl ên ku di 12'ê nîsanê de li Taxa Çatalozu di dema şopandina nûçeyan de hatibûn binçavkirin û derbkirin, sewqî dozgeriyê kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Meltem Oktay û Ugur Akgûl ên ku di 12'ê nîsanê de li Taxa Çatalozuyê di dema şopandina geşedanên li navçeyê, ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin û derbkirin. Piştî lêgerînên li mala ku nûçegîhanên me lê diman, ew şandin Muduriyeta Polîsan a Nisêbînê. Her wiha duh jî dema Meltem û Ugur şandin dozgeriyê, bi hinceta ku "Cihê dadgehê ne ewle ye" îfadeya wan nehat girtin.
Îro dubare Meltem û Ugur sewqî dozgeriyê kirin.
(kom/zt)