Li Hewar Kilis komkujiya sivîlan

15:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN –Komên çete ên Sultan Murad êrîşê Hewar Kilisê yê girêdayî herêma Şehbayê kir û 25 sivîl ku di navde jin û zarok jî heyî qetilkir. Li aliyê din topbarana çeteyan yê li hember taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê despêkir.

Li gorî nûçeyê ANHA'yê komên çete yê bi navê Sultan Murad êrîşê gundê Hewar Kilisê yê girêdayî herêma Şehbayê kirin. Di encamê êrîşê de 25 sivîl ku di navde jin û zarok jî heyî hatin qetilkirin. Gundê Hewar Kilis 8 km dikeve bakur rojhilatê bajarê Ezazê û piraniya şêniyên wî Kurd in.

Li aliyê din topbarana dijî taxa Şêx Meqsûd ku demek kurt rawestiyabû di van kêliyan de car din dest pê kir. Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamek wê ye, di van kêliyan de car din ji 3 aliyan ve (taxa Eşrefiyê, Benî Zêd, kolana 20) taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin. Derbarê encamê topbaranê de hîna agahiyên zelal ne hatine bi dest xistin. Topbaran berdewam dike.

(rc)