Leyla û Kader: Bi hev re tekoşîn kirin û bi hev re hatin oxir kirin

17:14

JINHA

AMED - EndamaYPS-JIN Leyla Dayankaç (Sara Koçer), li Geverê di êrîşên qirkirina nijadiyên hêzên dewletê de jiyana xwe jidest da li gel keç met û hevala wê ya tekoşînê Endama YPS-JIN Kader Çoban hat definkirin.

Cenazeyê endama YPS-JIN'ê Leyla Dayankaç a di 28'ê adarê de li navçeya Gevera Colemêrgê di êrîşên qirkirina nijadiyên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da ji Erziromê anîn Amedê. Leyla bi xwe ji Xîzana Bedlîsê ye, li ser wesiyeta wê li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê hat definkirin. Di merasîmê de li gel endamên malbatê, rêveberên MEYA-DER'ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi sedan welatî amade bûn. Met û xaltiyên Leyla darbesta wê li ser milê xwe bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" birin goristanê. Cenaze piştî rêzgirtina li ber "Çerxa Şoreşê" li ser wesiyeta Leyla li cem gora Kader Çobana ku li Geverê di 20'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da û bi hev re mil bi mil têkoşiyabûn hat definkirin.

Dema dayika Leyla Dayankaç û Kader Çoban li ber gorên zarokên xwe rûniştin û bi hev re zêmar lewbandin, kêliyên hestiyariyî xwe li hawirdorê belakir. Dayikan gotin, Kader û Leyla hevalên hev ên zaroktiyê bûn û bi salan bi hesreta Amedê bûn. Her wiha dayikan anî ziman her hesreta Amedê di anîn ziman.
Dayika Leyla, Tevrat Dayankaç diyar kir ku, tenê xiyala Leylayê Amed bû lê tu carî nehatiye Amedê, lê îro cenazeyê wê hat û got: "Bila serê gelê kurd saxbe. Leyla ne şehîda despêkê û ne ya dawiyê ye. Leyla şehîda gelê kurde."

Bavê Leyla Dayankaç, Mehmet Salîh Dayankaç jî spasiyên xwe pêşkesî kesên ku beşdarî merasîmê bûne kir.

Dema her kes ji goristanê veqetiya dayika Tevrat kêla gora keça xwe maç kir û got,"Min te emanetî Amedê kir. Bi xatirê te" û bi vî awayî ji goristanê veqetiya.

(zt)