'Êrîşa li ser Şêx Meqsûd binpê kirina agirbestê ye'

09:01

Sorgûl Şêxo /JINHA

TIL TEMIR - Rêvebera Kongreya Star Ronahî Til Temir têkîldarê êrîşên çeteyan yê li hember taxa Şêx Meqsûd nirxand û berxwedana gel yê li hember êrîşan silav kir.

Êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike. 27'ê Sibatê de di navbera hêzên Opozîsyon û rejîmê de agirbest hate îlankirin. Hêzên YPG/YPJ'ê jî bi danezanek diyar kiribûn ku ew jî tevlî vê pêvajoyê agirbestê dibin. Lê di heman şevê de çeteyên Opozîsyonê li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên dijwar dane destpêkirin. Rêvebera Kongreya Star a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Ronahî Til Temir nêrînên xwe derbarê êrîş û komkujiyên li taxa Şêx Meqsûd ku heya niha bi dijwarî didome û di encamê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne anî ziman. Ronahî berxwedana Şêx Meqsûd silav kir û got: "Êrîşkirina li ser Şêx Meqsûd binpêkirina agirbestê û ehleqê şere."

'Şêx Meqsûd bindestiyê qebûl nake'

Ronahî bi şermezarkirina komkujiyan dest bi axaftina xwe kir û wiha got, "Li Taxa Şêx Meqsûd berxwedaneke bi rûmet û bêmînak heye. Ligel ku li ser taxê êrîşên tund pêk tên, gel di warê xwarin û dermanan de zehmetî dikişine, lê belê tax bi hemû pêkhateyên xwe ve bindestiyê qebûl nake û serê xwe ji çeteyan re natewîne." Ronahî diyar kir ku gelê Şêx Meqsûd bi berxwedaniya xwe tê naskirin, lê tu kes dengê wan nabihîze û li dijî vê hoîvtiyê dengê xwe nake. Ronahî wiha domkir, "Rayedarên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan guh û çavên xwe ji qêrîna dengê zarokan re girtine. Çavên xwe girtine, lê li Şêx Meqsûd komkujî pêk tên û divê van rastiyan bibînin."

'ENKS'ê li dijî Kurdan kar dike'

Ronahî da zanîn ku ENKS'ê di nav Opozîsyonê de cih digire û di komkujiya li ser Şêx Meqsûd de para wan heye û wiha pêde çû, "ENKS'ê qaşo rêxistineke Kurdan e, lê belê di êrîşê li ser gelê Kurd tiliya wan heye. Pir eşkereye ku ev rêxistin dijî gelê Kurd kar dike û ji dewleta Tirkiyê piştgirî digire. Li taxa Şêx Meqsûd li beramberî gel çekên kimyawî tê bikaranîn. Ev binpêkirina zagona şer a navntewî ye. Divê ji çeteyên Opozîysonê, ENKS'ê jî di nav de û jî Rejîmê ji ber bikaranîna çekên kîmyawî hesab were pirsîn."

'Yên komkujiyê nabînin hevkarên van komkujiyê ne'

Ronahî destnîşan kir ku li cihê berxwedan lê hebe divê bêdengî tune be û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hêzên navnetewî ji ber polîtîkayên xwe yên li ser herêmê bêdeng dimînin. Lê divê em bi bilindkirina berxwedana xwe wan neçar bikin ku dest ji bêdengiyê berdin û komkujiyên li Şêx Meqûsd bibînin. Pêwîste dengê qêrîna zarokên Şêx Meqsûd li hemû cîhanê deng vede û herkes li dijî vê hovîtiyê helwest bigire. Yên ku naxwazin komkujiya li Şêx Meqsûd bibînin û înkar dikin şirîkên vê tewana mirovahiyê ne."

Ronahî herî dawî bal kişand ser agirbesta li Sûriyê û got: "Ger bi rastî dixwazin agirbesta li Sûriyê mayînde bibe, divê di serî de li dijî yên ku agirbestê binpê dikin helwesteke rast were girtin. Divê êrîşên li ser Şêx Meqsûd wek binpêkirina agirbestê bibînin." Ronahî di dawiya axaftina xwe de berxwedana li Kobanê û Şengalê bi bîr xist û got: "Çawa Kobanê û Şengal bi berxwedanê rizgar bûn, wê Şex Meqsûd jî bi berxwedaniya xwe biser bikeve."

(hs/rc)