Zarokên pêşerojê li Navenda Çandê yê Bêrîvan perwerde dibin

09:04

Vîldan Atmaca/JINHA

WAN -

Navenda Çand û Hûnerê a Bêrîvanê girêdayî yê reya Armûsa Wanê salake ku dest bi xebatên xwe kirin û bi eleqeyekî mezin perwerdeyên xwe berdewam dikin. Di qursan de mijarê herî balê dikêşe perwerdehiyê zimanê dayîkê ku ji pergal û polîtîkayê dewletê dûre tê esas girtine. Şêwirmenda Navenda Çand û Hûnerê a Bêrîvanê Asmîn Acar diyar kir ku ew di 9 beşên cuda de qursê didin zarokan û wiha got, "Zarok û malbat bi eleqeyekî mezin seredana vir dikin. Aramanca me ew e ku em zarokan hînê zimanê zikmakî bikin, piştî wê jî çand û hunera wan bidin nasîne. Ji ber ku zarok bi çand û hûnerê mezin bibe dê hişmendiya wan jî baş pêşvebiçe."

'137 xwendekarên me hene'

Asmîn qala eleqeya zarokan yê li hember perwerdeyên navendê kir û wiha got, "Em li ser zarokan û daxwazên wan disekinin. Zarok û jiyana wan ji bo me gelek girînge. Li navendê 9 beşên hûnerê ên wek, (Piyano, Gîtar, Wêne, Tembûr, Govend, Şano, Seramîk) heye. Pêşiyê em hînê zimanê kurdî dikin piştî zimanê kurdî jî kijan beşê tercîh bikin qeyda wan çêdikin û dest bi waneyên xwe dikin. 137 xwendekarên me hene û nava heftiyê û dawiya heftiyê jî wanên me dest pê dike. Dawiya heftîyê de qursên seramîk û wêne hene 25 xwendekar tenê tevlî dibin. Xwendekarên me temenên wan di navbera 9 û 15'e salî de ne. Malbat û zarok gelek keyfxweşin. Dersên me di seat 10.00'an de dest pê dike. Xwarinên zarokan jî em li navendê pêşwazî dikin."

'Armanca me zarok hînê xwezayîbûnê kirine'

Asmîn destnîşan kir ku armanca wan zarokan hînê jiyanek xwezayî kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Armanc zarokan ji bo pêşerojê amedekirine. Zarok eleqeyekî mezin didin tembûr û gîtarê. Tiştên ku em hewce dibînin hemû bi destê xwe distînin. Me avahiyê xwe hemû bi gorî zarokan amede kiriye. Amûrên rûniştinê, pirtûkxane, daşîr û destşo jî li gorî zarokan hatî amadekirin. Me dizayna baxçeyi pêk anî û dê hemû daran zarok bi destê xwe biçînin. Ji bo ku zarok hîn zêdetir xwe nêzî xwezayê hîsbikin û nirx bidin divê dar bên çandin. Armanca me jî ew e zarok bi gel xwezayî xwe bidin jiyandin."

'Keyfxweşiya zarokan rûyê wan de diyare'

Asmîn got, "Em amûrên mûzîkê radestî wan dikin li malê jî ser xebatê dikin. Me ji bo zarokên malên wan girêdayî rêya Armûsê jî wesayît amede kirine, zarokan dibin û tînin navendê. Perwerdehî û xizmetên ku em didin zarokan bê pereye, ji ber armanc li vir hînkirina ziman û çanda Kurde. Zarok pêşiyê bi gel kuçîkên kolanan dilîstîn lê niha fikra wan jî guhirîn û keyfxweşiya wan jî ruyên wan de diyare. Hişmendiya zarokan pêşdiçe."

'Armanca me hînkirina zimanê kurdi ye'

Asmîn di dawiya axaftina xwe de li ser zimanê kurdî sekinî û wiha vegot, "Dibistanên fermî de hînê zimanê tirkî dibin û zimanê kurdî tê ji bîrkirin. Em jî ji ber wê pêşiyê hînê zimanê kurdî dikin. Ji bo navendê daxwaz gelek hene û em jî dê xebatên xwe li gorî wan amade bikin. Zarok jî bi hêzin û hînê ziman dibin. Zarok çawa hîn zimanê kurdî dibin dê wisa jî hînê çand û hebûna xwe bibin. Li ser çand û hûnerê de çalakiyên me jî hebin."

(hk/rc)