Têkoşîna jiyanê ya jina 90 salî

09:06

Jînda Azad /JINHA

TIL TEMIR -

Li gundê Berçemê ya girêdayî navçeya Zirgana Til Temirê Salîhe Mihemed yê 90 salî têkoşîna jiyanê dide. Salîhe bi temenê xwe yê mezin bi tena serê xwe di xaniya xirabe de dijî û bi çandiniyê debara jiyana xwe dike. Salîhe di maleke kevn a ji axê de dijî. Salîhe anî ziman ku ew di temenê xwe yê 15'e salî de hatî zewicandin û got ew li hember gelek zehmetiyên jiyanê têkoşiyaye. Salîhe da zanîn ku zivistanê mala wê dilop dike û sobeya wê tune ye û got havînê jî ceyran tuneye. Salîhe bilêvkir ku 225 donum erdê wê heye û wiha got, "Temenê min êdî mezine, weke berê nikarim biçim nava zeviyande û bi çandiniyê re mijûl bim. Bi qasî dikarim hewildidim debara jiyana xwe bikim. Jin ger bixweze dikare bi serê xwe her tişt bike û barê jiyanê hilde ser milan."

(en/rc)