'Nebêjin em nikarin ji bo Cizîrê tiştek bikin, bilêdekê bigirin û werin'
09:13
JINHA
ŞIRNEX - Aktîvîst û femînîsta ji bo piştgiriya Cizîrê hatî Ozgul Saki got: "Ez bang li jinên bajarên Tirkiyê dikim bila wêrin piştgiriyê. Bila nebejin 'Em ê karibin li Cizîrê çîbikin? Bi rastî gelek kar heye em li navçê bikin. Em ê ji bo vê pevajoyê ji jinên Cizîrê re bibin piştgirî û hevpar."
Piştî 79 rojan li navçêya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina kolanan nîv roj rabû. Li navçeyê bi piştgiriya gel pêvajoya avakirina xaniyan berdewam dike. Mirovên ku ji bo piştgiriya Cizîrê ji bajarê Tirkiyê û Kurdistanê hatin dest bi avakirina xaniyan kirin. Ji femînîst û aktîvîstên ku ji bo piştgiriya Cizîrê hatin Ozgul Saki diyar kir ku dibe ev piştgiriya torê berdewam bike û wiha dom kir: "Ez bi teybetî bang li jinên bajarên Tirkiyê dikim, bila werin navçê piştgiriyê bidin jinên Cizîrê. Gava min li Stenbolê nûçeyên Cizîrê temeşe dikir ez hêrs dibûm û min biryara hatina Cizîrê da. Bila jinên aliyê Tirkiyê jî ji bo piştgiriyê werin Cizîrê."
'Ez ber bi Cizîrê ketim rê'
Ozgul dazanî ku we piştî qedexeyên li Cizîrê bi dawî bû, fikirî ka wê ji bo Cizîrê çîbike, bi wî awayî biryara hatina navçê daye û wiha domand: "Me nûçeyên Hezex, Cizîr û Şirnexê û navçeyên din di çepemeniyê de di şopand. Me û hevalên xwe nîqaşên, em ê ji bo Cizirê karibin çibikin dikirin. Di dawiya nîqaşan de me ji bo piştgiriya jinan me berê xwe da Cizîrê. Gava em hatin Cizîrê planeke me ya bi sazkirî nebû. Me xwest em bibin parçeyek ji planan, dema em hatin me alikarî da hevalê Komeleya Rojava. Li embaran pêdiviya alikariyê hebû, me paket belav dikirin. Me bi yek kirina dil alîkarî da hevdû."
'Hêviyên gel ji dewletê tuneye'
Ozgul bibîrxist ku hêviyên gel ji dewletê nemaye û wiha dom kir: "Ya li vir herî bala min kişand, yên ku tên embare alîkarî dikin hemu jinin. Eger taleb ji bo alîkariyê nebe mêr kêmin. Dema me alîkarî jî belav dikir hertim jinan em pêşwazî dikirin. Di dema alîkariyê de jî me bi jinan re sohbet dikir. Bi giştî hemu mal hatine xerab kirin û hêzên dewletê nivîsên zayendî ser dîwaran nivîsandine. Gel hêviyan ji dewletê nakin. Ez difikirim ev berxwedan berdewam bike. Ya herî li zora jinan çûye, gava hêzên dewletê gel bi zorê ji malên wan derdixistin û dema ku hatin malên wan hatine tar û mar kirine. Jin ji vê bûyerê gelek hêrs bûne. Hemû vê dibejin; 'Çîbibe bila bibe em carek din malên xwe bernadin.'
'Cizîr keliha berxwedanêye'
Ozgul bilêv kir ku dema ew hatiye keliha berxwedanê Cizîrê wê xwe baş his kiriye û tevlî tora alîkariyê bûye û wiha berdewam kir: "Li Cizîrê rexistinek bi hêz heye. Yên weke me ji bo alîkariyê hatin di nava piştgiriyê denin. Dibe ez bi gelê vir bidim hiskirin ku em li cem wanin. Hatina me ji gel re dibe moralek bilind. Tekîliyên me du alî heza ji dil avadike. Jinên Tirkiyê yek dû werin cem hev, dikarin werin Cizîrê. Gelek kar li vir heye ku mirov bike, dibe mirov were ji nêz ve bibîne û alîkarî bide. Bi rastî min li Stenbolê xwe baş hîs nedikir û min şerm dikir. Gava min germbûna gelê vir dît ez keyfxweşbûm. Dema mirov tê cihê berxwedanê mirov fêrî berxwedanê dibe. Cizîr keliha berxwedanêye."
'Yên ku bixwazin bila bilêdekê bistîne û bê'
Ozgul banga ji bo piştevaniya Cizirê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ya niha li Cizîrê herî pewist, xebatkarên avakarin. Bela ku di dorpêçan de herî zêde gelek hatin xwera kirin. Ji bo ku Cizîr carek din were avakirin, pewistî bi karkerên avakar heye. Heya mirov bê vir sazûman kirin hewce nîne, tenê bila bilêtek Cizîrê bistînîn û ber bi Cizirê ve bi kevin rê."
(dt/zt)