Meltem Oktay: Em li pey şopa xebatkarên çapemeniyê û rastiyan in

10:51

JINHA

MÊRDÎN - Nûçegihana DÎHA yê Meltem Oktay a ku duh bi îdiaya 'endama rêxistinê ye' hat girtin di roportaja ku 8'ê Adarê dayî de gotibû: "Her çendî ku dewlet rojnamegeriya me weke 'propagandaya rêxistinê' dibîne jî em ji xebatkarên çapemeniya azad ên ku li peyî şopa rastiyan canê xwe dayîn hînî rojnamegeriyê bûne. Heya em jiyan bikin jî emê li peyî şopa wan bin. Li gel hemû tindî, şidet, binçavkirin û girtinan jî."

Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Ugur Akgul û Meltem Oktay li Nisêbînê hatin binçavkirin û bi telebên girtinê sewqî dadgehê kirin. Duh bi şertê qontrola edlî Ugur berdan, Meltem Oktay jî bi îdiaya 'endama rêxistinêye' girtin. Sê mehin Meltem Oktay li Nisêbînê bi mirinê re ru bi ru dixebite. Meltem ji sê qedexeyan re jî şahidî kir, di demê qedexeyan de ji nava taxên qedexe agahî dida. Meltem Oktay a ku ji sê mehan zêdetir li Nisêbînê dixebite, bi çîrokên nivîsîne û wêneyên kêşane berxwedana gel a li wê dide nîşandan. Meltem bi wêneyên xwe hem di nava şer de berxwedana heyî û hem jî çîrokên li wê nedihantin dîtin dida nîşandan.

'Em hewildidin di her qadê de berxwedana wan bidin nîşandan'

Meltem di roportajek a 8'ê Adarê dayî de bi çavê rojnamegerek jin berxwedana Nisêbînê û jinên wê bi vî awayî anîbû ziman: "Li gel hemû êrîş û polîtîkayên bêmirovkirinê gel vêderê naterikînin. Berevajî xwe li berxwedanê pêçane. Me li vêderê li hember dengê çekan dengê tilîliyan bihîst. Li devera ku vîna jinê lê hatî avakirin serketin teqeze. Li gorî min gelê vêderê berxwedan ji demboriyê girtine. Jinên vêderê bi tilîliyên xwe hêzê didin herkesê. Li vêderê di her qadê de jin cîh digirin. Ji nêrîna li zarokan heya piş barîqatan, li her derê di parastina cewherî denin. Jin bi hemû hebûna xwe di nava berxwedanê denin. Jin bi hişmendiya dê ev berxwedan azadiyê ji bo hemû jinan bîne tevlî xebatê dibin. Em jî li vêderê hewildidin bi her awayî berxwedana wan bidin derve."

Meltem, çîroka wêneyên kişandine jî wiha vedibêje: "Tenê destê xwe li kêşana mekîneya wêneyan xistin têrnake. Ez her roj li kolanên piş barîqatan digerim. Di rastiyê de li piş barîqatan her dîmenên ku dibînim di çav û hişê min de qeyîd dibin. Ji ber em li vêderê şahidî ji dîrokekê re dikin. Ji bo wê jî her tiştên heyî weke nîşe ji dîrokê re hêlan hîn zêdetir xwedî giringiye."

'Em di şopa xebatkarên çapemeniyê denin'

Meltem a ku duh bi îdiaya 'endama rêxistinê ye' di roportaja xwe de ji bo xebatên li herêmên qedexe weke; "Bi cesareta li peyî şopa rastiyan ketinê" vedigot. Tam jî bi vî awayî xebatên xwe yên li wan deveran di anî ziman: "Her çendî ku dewlet rojnamegeriya me weke 'propagandaya rêxistinê' dibîne jî em ji xebatkarên çapemeniya azad ên ku li peyî şopa rastiyan canê xwe dayîn hînî rojnamegeriyê bûne. Heya em jiyan bikin jî emê li peyî şopa wan bin. Li gel hemû tindî, şidet, binçavkirin û girtinan jî."

(zt)