Jinên Geverê: Em dev ji axa xwe bernadin

12:07

JINHA

WAN - Gelê Geverê ji ber êrîş û dorpêçên bi heyvan domkirin, neçar man koçî Wanê bikin, di aliyê madî û manawî de gelek zahmediyên giran dijîn. Jinan di derbarê êrîşan de wiha gotin: "Dewletê çav berda bû axa me, em ê ti car dev ji axa xwe bernedin."

Li gel ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li navçeya Gevera Colemergê ji heyvekê zêdetir dorpêç berdewam kirin, gelek welatî rastî koçkirina bi zorê hatin. Welatiyên ji ber êrîşên hêzên dewetê yê navçeya Gevera Colemergê koçî Wanê bûn û li wir jî berxwedana jiyanê bi madî û manawî didin. Aktîvîsta Komeleya Jina ya Wanê (VAKAD) Munevver Sonmez diyar kir ku ji ber polîtîqayên şer yên dewletê ku tên meşandin, gelek walatî koçî Wanê dikin, di serî de malbat û zarok li benda alikariyê ne û wiha dom kir: "Piştî gel ji herêmên şer koçber bûn xwediyê xaniyan ev weke firset dîtin û kirêyên xaniyan derxistin dû qatan. Ji ber êrîşan gel canê xwe bi zor xilas kir. Hinek jê tenê bi cilên ser xwe derketin ji cihên dorpêç lê heyî. Ji bo ku malbat bi kirê re zahmêtî dikşînin 4 - 5 malbat li gel hev dijîn. Bi teybetî tiştek neyînîyên xwediyên xaniyan ku şer ji xwe re xistine firsat. Dibê di bûyerê de wiha dê xwedîyên xaniyan kirê ji welatiyan nestandana, bes kirê bûha tir kirin. Bi piranî jinên ku tên vir wiha dibêjin 'Hinek perê me hene, hun jî hinekê têxin ser ku me bikarin kirêya xaniyê xwe bidin' lê mixabin em wek Sazî nikarin di aliyê aborî de tiştek bikin."

'Walîtî ji walatiyên ku ji ber şer koç kirin bê xeme'

Mûnevver ragihand ku Walî li hember malbatên ku koç kirine bê xem tevdigere û wiha pê de çû: "Daxwazên alikariyên ku ji mere tên hemu lezgînin. Em wek sazî, berê hemû serlêdanên malbatan didin Miduryeta Polîtîqayên Malbat û Civakê. Muduriyet belgeya niştecîhbûnê dixwaze. Malbatên ku tên cihek wan nine. Ji bo malbat vê belgeyê derxin du meh serde diçe. Wê du meh malbat çî bikin û çawa jiyana xwe bi domînin! Ji sala 2011 heyva Cotmihê ku erdhej çêbû heya niha û di heman demê de jî ji bo şerê ku li Sur, Silopî, Cizîr, Şirnex, Gever û Nisêbînê dibe korîdorek alîkariyê bê vekirin. Bila gelê Wanê ji malbatên ku koçber bûn hesas tevbigerin.

'Dewlet ji bo ku em kurdin me qatil dike'

Canê Tekin (50) ku di salên 90'an de ji gundê Marunus a Colemergê ji aliyê dewletê ve bi zorê hatîye koçber kirin, cara dûyembû maxdurê koçkirina dewletê. Canê piştî koçberî navçeya Gevera Colemergê bûye û 24 salan jiyanek bi zahmetî ava kiriye. Canê ji bo êrîşên ku nêzî mehekê berdewam kiriye ji Gevera Colemergê koçî Taxa Hacibekira Wanê kiriye. Canê diyar kir ku ji bo êrîşên giran wan nikarîbû pêdiviyên xwe ji mal derxin û wiha berdewam kir: "Ez û 5 zarokên xwe di holikê de têkoşîna jiyanê didin. Ji aliyê polîsên dewletê ve hertim taxa me dihat bombebaran kirin, şev û roja me ne diyar bû. Zarokên min pir di tirsiyan. Ti aramiya me nema bû. Ev cara dûyeme ku dewlet me ji axa me koçber dike. Dewlet ji gelê kurd çi dixwaze? Xweda em kurd dane, dewlet bi salane ji ber em kurdin tiştek nema ne anî serê me kurdan. Bi salane zilmê li me dike bese êdî. Hûn çî ji me dixwazin?

'Dewletê em ji axa me derxistin'

Canê bibîrxist ku berî şer jiyanak wan bi aramî hebû û wiha dom kir: "Leşkerên dewletê axa me dorpêç kirin. Berî şer despêbike me bi hatina biharê re pincar kom dikir û li ser axa xwe çandinî dikir. Min zarokên xwe bi pincar xwedî dikir. Min bi fêkiyên bîstanê xwe dabara mala xwe dikir. Roja ku hêzên dewletê gav avêt nav axa me, em bê aram bûn. Divê Hikumeta AKP'ê dev ji polîtîqayên xwe yên dagirkirinê berde. Hîn zarokên min fêrî jiyana vir nebûne. Dewletê axa me dorpêç kir. Ji xweynî ciranên min kesek alikarî nedane me."

'Em ti car axa xwe nadin'

Sibel Duman (21) neçar man ku ji ser axa çavên xwe li ser vekirî ji ber êrîşên dewletê koçberbibin. Sibel got ku gava dewletê mirovên sivîl qatildikirin di gotin 'Me terorîs kuştine' û wiha nerazîbûnên xwe anî ziman: "Hertim malên me gule baran dikirin. Em kurd ji xeynî aştîyê tiştek din naxwazi. Heya kengî dê dewlet kurdan tune bi hesibîne?

Begixan Duman (55) got ku berî niha dîsa ji aliyê dewletê ve ji gundê xwe neçar man koçberî Geverê bibin û got: "Ev 40 sale kurd ji bo axa xwe şer dikin. Ti car nikarin kurdan tune bikin. Dewletê em cara duyemîn ji axa me koçber kirin. Dewlet axa me dagirdike, ma gelo mirov dikare bê ax bijî? Em ti car dev ji axa xwe bernadin."

(dt/zt)