'Li hemberî hilweşandinê em banga piştevaniyê li gelê xwe dikin'

14:08

JINHA

AMED - Komisyonên Ekolojî, Ziman-Perwerdehî, Tenduristî, Çand û Hunerê yên KCD'ê di derbarê bi navê "ewlehiya gelemperî" polîlîtîkayên hilewşandinê dana pêş de gotin: "Li hember polîtîkayên hilweşandinê, em bang li gel û hemû saziyên xwe dikin ku tekoşîna rêveberiya xwecihî bidin."

Komisyonên Ekolojî, Ziman-Perwerdehî, Komisyonên, Tenduristî, Çand û Hunerê yên dibiniya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê de xebatên xwe birêve dibin di derbarê bi navê "îstimlaqkirin" û "ewlehiya gelemperî" hilweşandina Kurdisatanê de civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya li Salona Konferansê ya KCD'ê hat lidarxistin de daxuyaniya çapemeniyê bi kurdî ji Komisyona Ziman a KCD'ê Îrfan Babaoglu xwend, ya tirkî jî Endama Komisyona Ekolojiyê ya KCD'ê Yildiz Tahtaci xwende. Îrfan diyar kir ku ew di pêvajoyek giring re derbas dibin û wiha axivî: "Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin ku konsepteke îmha, înkar, xirakirin û polîtîqayên li hember aliyên çepqir, sosyalist û aliyên muxalif hemû bi konsepteke dijwarî tê meşandin. Ev konsept ji bo ku daxwazên gelê kurd yê ku di derbarê xweseriya demokratik de û li hember polîtîqayên qirêj disekinin, wan bitirsînin û rê li ber wan bigirin, tê meşandin."

Îrfan da zanîn ku ew dê bi rêxistinbûna xwe û piştevaniya gelan bibin bersiva pêvajoyê û wiha domand: "Di vê pêvajoyê de li hemberê qetlîamên ku pêk hatine, li hemberî xesp û polîtîkayên tunekirinê, em dikarin bi sekna xwe ya birêxistinkirî û bi têkoşîna xwe ya bi piştgiriya gelan re ,pêşeroja xwe diyar bikin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an îradeya gelan tune hat hesibandin û zihniyeta dewleteke yekparêzî; tiştê ku dixwest rejîmek otokratîk bike dewrê û xwe ewle bike û ji ber wê yekê mala gelan xira kir û hemû rêbazên polîtîkayên qirêj bikar anîn. Bi vê polîtîkayê jî welat kirin nava şerekî dijwar . Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ku tu meşrûtiyeteke wê tune bû û di heman demê de jî li gorî mafên navneteweyî û mirovahiyê ku cihê wê tuneye, qanûnek bi navê ewlehiya gelemperî derxistin. Bi vê qanûnê pratîkên salên 90' î ku bingeha wê li ser feraseta senteza tirk-îslam bû,xistinb meriyetê. Bi vê pratika xwe nişan dan ku êdî roj bi roj têkçûyîna wan dê nêz bibe.

Îrfan destnîşan kir ku hîna hişmendiya îttîhat-terakî berdewam dike û wiha got: "Tê dîtin ku ; zihniyeta îttîhat- terakî di komara duyem de jî didome û dê wek plana islahkirina şerkê ya berê, dixwazin planek nû ya bi vî rengî bidin meşandin. Dîsa li gorî van planên xwe dixwazin baweriyên,zimanên,çand û hebûna wan înkar bikin. Dest didin ser mal û milken wan û disa bi, darê zorê wan koçber bikin. Ev rêbaz Bi her awayî li dijî mafên mirovan û hiqûqa navnetewyî ye. Lê mixabin dîsa jî li ber çavên hemû dinyayê tên meşandin. Ji 1915'an heta 1938'an nasnameyên cûda, çand û pirrengiya heremê hat inkarkirin. Li şûna wan polîtîqayên asîmîlekirin, sûnîkirin û tirkirinê hatin meşandin.Ji ber ku ev polîtîka li dijê rastiyên heremê bûn,encam nedan û têk çûn. Digel têkçûyinê jî ev rêbaz tim û tim hatin cêribandin û her ceribandin jî ji aliyê gelan ve hatin valaderxistin. Îro dîsa jî dixwazin ji van polîtîqayan encam bigirin. Lê divê bila baş bê zanîn ku ev polîtîqa jî dê vala derkevin.

Di konjûktura îroyin de li hemû cîhanê qrîzeke siyasî ya pergalê heye. Li hemberî hebûna dewleta yekperest,têkoşîn û daxwazên gelê kurd meşrû,rewa û mafdar in. Li hemberî daxwazên gelan operasyonên sîyasî, ekolojik, aborî, çandî ku tên meşandin nerewane.Dixwazên van daxwazên rewa bi her awayî tune bikin û tune bihesibînin."

Îfran bilêv kir ku niha jî bi navê ewlehiya gelemperî hemû qatên jiyanê dagirdikin û wiha pêde çu: "Di bin navê "ewlehiya gelemperî" de, hemû qadên jiyanê yên wekî dibistan, nexweşxane, yûrdên xwendekaran, parqan- baxçeyan û cihên dîrokî bikin qarakol û gelên me di bin tirs û xofan de bihêlin.Bi vê armancê dixwazin gelên me bê hêvî û bê îrade bikin. Dîsa dixwazin erazî û çêreyên Elewiyên kurd xesp bikin û li ser axa wan qampên penaberan çê bikin. Bi van hewldanan pirsgirêkan kûrtir û dijwartir bikin."

Îrfan anî ziman ku çawan di salên 1960'an de rejîma Baas li Suriyê dixwest axa kurdan bigire, niha jî dewleta Tirkiyê bi heman şêweyî tevdigere û wiha dom kir: "Di salên 1960' î de çawa ku rejîma Baasê ya Sûriyê dixwest li ser axa kurdan kemera ereban çêbike, niha jî dewleta Tirkiyê dixwaze li ser Bakurê Kurdistanê û Rojava planeke bi vî rengî bide meşandin. Ev politikaya ku dewleta Sûrî ya Baasê bi navê kemera ereban dida meşandin, bi têkoşîna kurdên Rojava hatiye pûç derxistin. Niha ev rewş ji bo Bakurê Kurdistanê ji dê bê encam bibe û tu carê ev plana wan bi ser nakeve.Ji ber ku êdî van polîtîkayan îflas kirine. Bi bahaneya " ewlehiya gelemperî " cihên ku hatine xirakirin di şûna wan de dixwazin qereqolan çê bikin. Ev hemû cih û war cihên gelemperîne xizmetê didin gel.

Îrfan wiha berdewam kir: "Ev demek dirêje ku di bin navê ewlehiyê de bajarên me û navçeyên me tên wêrankirin û dixwazin wan cihan ji holê rakin. Dewlet dixwaze bi van polîtîqayan jiyanê bi sînor bike û hemû aliyan di bin zext û zordariyê de bihêle . Di vê çarçoveyê de dixwaze li Amed, Şirnex, Cizîr, Silopî, Gever û hwd… Bajar, navçe û gundên Kurdistanê dixwazin bikin qereqol û van avahiyê ji bo xizmeta gel ku bi bacên gel hatine çêkirin wekî qereqol û qaleqolan bikar bînin.

Piştî salên 1980'yan li gundan pergala cerdewaniyê pêk anîbûn û niha jî dixwazin di nava taxan û bajaran de pergala cerdevaniyê li dar bixin. Dixwazin hemû cihan wekî qereqolan bi kar bînin.

ji 2015'ê Hezîranê heta niha şerê ku hatiye meşandin de, cihên dîrokî hatine ruxandin, xirakirin û şewitandin. Hatine xespkirin û talankirin.
Kar û barên herfîyatên ku ji van xerabeyan tên derxistin di bin çavderiya kesên pispor de nînin. Ji ber vê rewşa jiyana civakî û xwezayî di bin talukê de dimîne.

Di bin van hemû zext û zordariyan de û dîsa li dijî polîtîkayên çepisandin, îmha, înkar,koçberkirin, qetlîam û xirakirinê, em bi hemû gel û saziyên xwe li ser esasê xwebirêvebirinê, bi gelê xwe re ne û em banga piştgiriyê li hemû kes,sazî û derdorên mirovhez dikin."

(zt)