Di navbera xwedekarên liseyan de şahî destpêdike
15:14
JINHA
AMED - 12'emîn Şahiya Şanoyê a Lîseyan ku Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe, di navbera 18-25'ê nîsanê de tê lidarxistin. 8 dibistan beşdarî şahiyê dibin û nêzî 120 endamên şanogeriyê dê derkevin ser dikê.
Şahiya Şanoya Lîseyan ku Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe, bi mebesta ku kesên behreya wan a şanogeriyê hebe derxe meydanê tê pêkanîn, 18'ê nîsanê dest pê dike. xwendkarên 8 dibistanan beşdarî vê şahiyê dibin û şahî 25'ê nîsanê bi dawî dibe. Şahiyî bi lîstika “Ax Ev Ciwan ” a Lîseya Ûçkuyu Mesleki û Teknik Anadoluyê dest pê dike. Lîstik dê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bêne lîstin. Tê çaverêkirin ku 3 hezar temaşeger bêne pêş van lîstikan û 150 xwendekar dê derkevin ser dikê.
(dt/zt)