'Nikarin ne Amed ne jî dilê me dîl bigrin'

09:07

JINHA

AMED - Jinên Surê li hember destdayîn û xirakirina Sûrê bi xemgînî û hêrs wiha gotin, "Em ê ti car destûrê nedin Sûr bê xirab kiri." Sabîha bi rêzên helbestan evîndariya xwe yê li hember Sûrê wiha tîne ziman, "Hûn Amedê ji çar aliyan ve dorpêç bikin jî, hûn nikarin ne me ne jî dilê me dîl bigrin."

Li navçeya Sûra Amedê ligel ku daxuyaniyên ku operasyon bi dawîbûye hat dayîn jî qedexeyê derketinê 4 heyve dewam dike û Sûr tê xirab kirin. Li hember biryarê 'Îstîmlaqa lezgîn' jin pêşengiyê berxwedana parastina Sûrê dikin. Hin jin dikevin pêşiyê kepçeyê û destûr nadin xaniyên wan bên xirab kirin hin jî bi şev û roj nobetê digrin. Jin li hember polîtîkayê koçkirinê kon vedidin û hestên xwe bi helbestan li ser Sûrê tînin ziman.

'Nikarin ne Amed ne jî dilê me dîl bigrin'

Sabîha Gûndûz yê ku li Taxa Alîpaşa a Sûrê dijî, heskirina xwe yê li hember dîrok, çand, parvekirin û Sûrê bi helbestan vedibêje. Sabîheya ku bi helbestên xwe ber xwe dide wiha dibêje, "Hûn Amedê ji çar aliyan ve dorpêç bikin jî hûn nikarin ne me ne jî dilê me dîl bigrin."

Sabîha diyar kir ku ew naxwaze kolanên ku zaroktiya wê lê boriye bên xirab kirin û wiha got, "Ez ji Amedê me, naxwazim warê xwe terk bikim. Naxwazim cihên ku zaroktî û ciwantiyê min lê boriye bê xirab kirin. Ji ber vê ji vir bang li tevahî gelê Kurd dikim; Ji keremê xwe xwedî li Amedê derên. Nikarin cihê Sûrê yê di dilê me de xirab bikin. Zarokên biçûk ên vir wê bi evîndariya Sûrê re mezin bibin. Li cihê ku ev zarok mezin bibin ma qey dê warê xwe terk bikin?Bajarê ku xwedî nirxên dîroka hezaran sal çewan çavê wan dibire hilweşînin? Li pay rantê ne çi dixwazin ji Amedê. Gelê Amedê egîde, xêrxwaze û her kesî re dilê xwe vedike. Ma qey gava hatin vir me çayek nedaye wan? An me dostaniyê xwe bi rûkenî pêşwazî nekiriye?."

'Dê kî ji kur biqewitînin'

Sabîha dexwaza her kes li Sûrê derkeve kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Her ku deriyê me tê lêdan zarokên me ên esmer û xweşik derî vedikin û mêvan bi dilek mezin hemêz dikin. Eger hestên nefretê bi mera hebaye ma qey zarokên me dê wiha nêzbibana gelo? Bila Amedê xirab nekin wêran nekin. Çima roja me li Amedê tarî dikin. Rojê ku li rojhilat hiltê qey dixwazin bibin rojava. Mirovek ji cihek din tê çewan dest datîne ser warê me. Em niştecih û xwediyê virin. Çewan ji derve tên û dest datînin ser warê me. Bila ji xwedayê xwe bitirsin."

(rc)