Jinên Geliyê Zîlan: Destê xwe ji zozanên me vekşînin!
09:08
Vîldan Atmaca/JINHA
WAN - Ji ber polîtîkayê hikûmeta AKP'ê û Serokomar yê li hember gelê Kurd bandor li ser zozanan jî kir. Jinên Erdîşê nerazîbûn nîşanî qedexeyê derketina zozanan dan û gotin, "Divê bê zanîn em ê serî li hember van şantajan nedanin. Em qedexekirina zozanan nasnakin û em ê li ber xwe bidin. Zozan yê gele destê xwe ji zozanê me vekşînin."
Ji ber polîtîkayê qirkirin û dopêçê ya hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyê li navçe û bajarên Kurdistanê, gel neçarî koçberiyê tê hêştin. Sivîl tên qetilkirin û bajar tên bombe kirin. Ji ber konsepta şerê topyekûn yê dewletê bandor li welatiyên ku dertên zozanan jî dike. Geliyê Zîlan yê girêdayî navçeyê Erdîşa Wanê ji gel re hat qedexe kirin. Koçerên ku bi hatina biharê re berê xwe didin Geliyê Zîlan, diyar kirin ku ew ê guh nedin qedexeyan û berê xwe bidin zozanan.
'Ligel qedexeyan em ê zozanên xwe terk nekin'
Naîıme Taş (45) yê ku li gundê Şor a girêdayî Geliyê Zîlan dijî diyar kir ku ew zîhniyeta komkujiya gelê Kurd rewa dibîne şermezar dike û wiha got "Em ê derên zozanên xwe. Serokomar ji xwînê têr nabe. Ne bese nava bajaran de me qetildike vê carê dixwaze me li zozanan qetilbike. Divê bê zanîn em ê li hember van şantajan serî netewînin. Em ê ti qedexe nasnekin û derên zozanan li ber xwe bidin."
'Çavkaniya debarê me tenê zozanin'
Naîme da zanîn ku gundê wan tev zinar û kevirin û got eger neçin zozanan sewalên wan dê berhemê nedin wan. Naîme got, "Gelek sewalên me henin. Eger em neçin zozana dê tev heder bibin. Cihek ku sewal li gund biçêrin nîne tev kevir û zinarin. Ev qedexe ji ber çine em wate nadinê. Çavkaniya debarê me tenê zozanin. Ji ber vê em ê destûr nedin qadên me ên jiyanê bên tang kirin."
'Em ne li qesran li zozanan dijîn'
Zarîfe Kurt (50) bilêv kir ku çavkaniya jiyanê yê gelê Kurd zozanin û wiha pêde çû, "Qedexekirina zozanan û çevkaniya jiyanê gelê Kurd tê wayetê tinekirina çandê gelê Kurde." Zarîfe anî ziman ku malabatê wan gelek qelebalixe û wiha bang li Serokomar û rayadarên dewletê kir, "Bi kîjan aqilê hûn xizmet dikin û qedexe datînin ser zozanan. Ma hûn dikarin ewqas gel xwedî bikin? Ji ber em li qesrê û vîlayan najîn bi kedê xwe em li zozanan debara xwe yê jiyanê pêk tînin. Em zozanên xwe nadin bi malê dinê."
Zarîfe di dawiyê de jî wiha got, "Çi dibe bila bibe em ê zozanên xwe terk nekin. Em ê sewalên xwe nekin qurbanê qesrê. Zozan yê gele destê xwe ji zozanên me vekşînin."
(rc)