Ên ku dibêjin bila 'Fadîk nemire' di grevê de ne
09:35
Ceren Karlıdag / JINHA
STENBOL - Fadîk Adiyaman a ku bi boneya şert û mercê wê bê başkirin û sewqî girtîgeha Bakirkoyê bê kirin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribû rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe. Cîran û hevalên Fadîk jî li derve bi armanca piştgirî bi Fadîke re dest bi grevê kirin. Hevalên Fadîk gotin "Divê daxwaz bên pejrandin û Fadîk nemire."
Fadik Adiyaman ku ji endamtiya DHKP-C'ê hat girtin û rastî ceza hat, dema di 2'ê Sibata 2016'an de ji Yananîstanê hat Tirkiyeyê hat binçav kirin û di 4'ê Sibatê de hat girtin. Fadîk li şûna bişînin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê. Fadîk ku di 4'ê Sibate de hat girtin, ji bo sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoye bê kirin ket gireva birçîbûnê û 75 rojin çalakiya xwe berdewam dike. Fadîk yê ku nexweşiya şekir û tiroît pêre heye rewşa tenduristiya wê her ku diçe girantir dibe. Fadîk yê ku berî 25 sal pêşengiya têkoşîna li hember operasyonên polîsan dida, heya roja îro yek gav ji têkoşîna xwe paşde navêtiye. Ji bo Fadîk endamên Komeleya Çandê yê Pîr Sultan Abdal (PSAKD) bi aweyek dorveger dest bi grevê kirin. Cîran û hevalên Fadîke ên li derve bi çalakiyê xwe piştgirî didin daxwez û çalakiya Fadîke wiha gotin, "Em naxwezin Fadîke bimre."
'Me ne dikarî li hember kiryarên tên kirin bê deng maban'
Rêvebera PSAKD'ê Songûl Çîmen yê ku ji bo Fadîke tevlî çalakiya grevê bûne wiha got, "Em ji parêzerê Fadîk hînbûn ku rewşa wê a tendûristiyê her ku diçe giran dibe û qirika wê diwerime. Dibe ku di her bêhnek de nexweşiyek girantir pêk were. Ji ber vê me nedikarî li hember kiryarên ku ser Fadîk pêk tên bê deng bimînin. Fadîk cîranê meye. Em naxwazin bêjin 'cîranê me mir me çikir ji bo wê?." Songul diyar kir ku wek PSAKD'ê ew her dem ligel çînê bindestin û wiha pêde çû, "Wîjdanê me dest nade hevalê me li wir bimre. Dexwazê wê ne mezine ku dewlet nikaribe bi cih bîne. Dibêje 'hevalên min li kur bin dixwazim li gel wan bim'. Em dixwazin dexwezê wê bi cih bê û tendûristiya wê baştir bibe."
'Fadîk li pişt gotina xwe disekine'
Şeften Boybay qala 25 sal dostaniya xwe bi Fadîk re kir û wiha got, "Fadîk gelek jinek bi biryare û li pişt gotina xwe disekine. Têkîliyê wê yê cîrantiyê xurt bû. Fadîk gelek pirsigirêkên taxê çareser kiriye. Di dema berxwedanê de li hember operasyonan Fadîk her dem li qadan ber xwe dida. Gelek xemgînim niha ji bo wê. Divê dexwazê wê bên qebûl kirin. Fadîk hem heval hem cîran hem jî xwişka mine. Bi çalakiya grevê em piştgiriya wê dikin."
(rc)