3'ê xwendekarê jin rastî gefê hatin

11:02

JINHA

WAN - Kes an jî kesên nasnameyên wan nediyar ên ku ketin mala 3 xwendekarên jin ên Zanîngeha Yuzuncu Yilê li ser eynika li odeyê gotina "Bu 1" a ku gef li wan dixwe hat nivîsand.

3 xwendekarên jin ên li Zanîngeha Yuzunci Yilê dixwînin û li Taxa Şerefiyeyê ya li navçeyeya navendî ya Îpekyoluya Wanê dimînin, ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve rastî gefan hatin. Kesên ku ketin malê, li ser eyneya odeyê razanê nivîsên gefxwarinê nivîsin. Piştî mal ji hêla van kesan ve hat belakirin, ala Kongreya Jinên Azad (KJA) jî hat perçekirin û li ser eyneya odeyê "Bu 1" nivîsên gefxwarinê nivîsîn.

'Buyer ne dizî ye'

Xwendekaran diyar kir ku derî bi zorê hatiye vekirin, bi vê rêbazê gefan li wan dixwin. Xwendekaran bi lêv kir ku kel û pelên malê nehatiye dizîn û ev tişt hat gotin: "Buyer ne vaqayek diziyê ye, dixwazin çavtirsandî bikin." Xwendekaran nivîsên ku ji hêla JOH û POH'i yên li herêmên ku rêveberiyên xwecihî bi rûjan hatibûn nivîsandin jî bi bîrxistin û aşkera kirin ku dixwazin bi vê rêbazê wan bitirsînin. Xwendekaran diyar kir ku ew dê li dijî hemû gefan parasatina xwe bikin.

(rc)