Mîhrîcana Arîn li Efrînê destpêkir

11:20

JINHA

EFRÎN - Mîhrîcana Arîn a ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) a Kantona Efrînê bi diruşmeya 'Hêza Avakirinê Di Yekbûna Hêza Jina Ciwan De Veşartiye' destpêkir.

Mîhrîcana Arîn bi diruşmeya 'Hêza Avakirinê Di Yekbûna Hêza Jina Ciwan De Veşartiye' li Navenda ciwanan a Kantona Efrînê destpê kir. Bi sedan jinên ciwan ên ku tevlî mihrîcanê bûne, roja yekem li ser girîngiya mihrîcanê axaftin hatin kirin. Di serî de endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Jinda Dilsoz axivî û got: "Avakirina Mîhrîcanê di rewşa aloz ya şerê herêmê de gaveke girîng e. Armanca me ji lidarxistina mihrîcanê yekirina enerjiya jinên ciwan û pênasekirina enerjî, hêz û xweliqkariya jinan e."

Yekemîn beşa mihrîcanê îro li stada Yekîtiya Werzîşê ya li taxa Efrîna Nû dest pêkir. Di programa îro ya mîhrîcana Arîn de pêşbirka Maraton (bazdanê), Şetrenc û Karatê heye. Mihrîcan dê heya 20'ê Nîsanê bi çalakiyên cihêreng ên werzîş, govenda folklorî, pêşbirkên çandî û şanoyan dom bike.

(fr/rc)