Kongreya parêzeran bi biryara pêşxistina dada civakî bidawî bû
11:33
JINHA
AMÛDÊ - Di kongreya Parêzeran a Kantona Cizîrê ku li Amûdê hat lidarxistin de, biryarên girîng hatin giritin. Her wiha rêveberiyek nû ji bo Yekîtiya Parêzeran hat hilbijartin.
Duh li Salona Meclîsa Zagonsaz a bajarê Amûdê duyemîn Kongreya Parêzerên Kantona Cizîrê hat li dar xistin. 107 endamên yekîtiya parêzeran amade bûn. Her wiha Hevserokatiya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm û Hediye Yûsiv, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlahm Ehmed, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saroxan û gelek hevserokên desteyan jî amade bûn. Salon bi pankartên 'Dadmendiya Civakî, Bingeha Pêşxistina Federaliya Demokratîk E', 'Em Bi Zihniyeteke Bê Desthilatdarî Û Ezezî, Dada Civakî Biparêzin','Em Bi Wijdan Û Exlaq Parastina Mafê Mirovan Bikin' û posterên Mazlûm Dogan û Parêzer Tahir Elçî hat daliqandin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, dîwan hate hilbijartin. Kongre bi xwendina belgeya 'Pîşeya parêzeriyê û mafê parastina rewa' dewam kir. Hevserokên Meclîsa Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Mensûr Selûm û Îlham Ehmde axivîn û xwestin ku parêzer bi erka xwe rabin û kêmasiyên parêzeran di parastina gelê Rojava de anîn ziman.
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo, serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Abulkerîm Saruxan û endamê Desteya Giştî ya Yekîtiya Parêzerên Kantona Kobanê Mihemed Ebdî axivîn.
Paşê rapora xebatên salekê ya Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê hate xwendin û nîqaş hatin kirin. Di berdewamiya rûniştina Kongreyê re derbarê rêxistinkirina xebatên parêzeran de nîqaş û rexne pêşketin. Li ser esasê nêrîn û rexneyên ku pêşketin zagona xebatên parêzeran hate sererastkirin. Hilbijartina meclîsa rêveber a Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê hate kirin. 7 kes ku ji wan 3'ê jin û 2 kes jî ji pêkhateyên ereb hatin hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de encamnameya kongreyê ji hêla parêzera Xalid Îbrahîm ve hate xwendin. encamnemeyê de xalên sereke wiha ne:
*Pêwîste rêgezên saziyên dada civakî li ser bingeha exlaq û profesyoneliyê be
*Rêxistina parêzeran li ser bingeha rêgeza komînalî û rêgezên Netewa Demokratîk tev bigere û xebatê xwe li ser bingeha Dada civakî û rêzikên mafên mirovan bimeşîne
*Erka Yekîtiya Parêzeran derbaskirina dozên dij-civakê û pêkanîna berjewendiyên giştî ye
*Yekîtiya Parêzeran bixebite ji bo belavkirina çand û rêgezên mafên mirovan û nirxên demokratîk di civakê de pêş bixe.
*Kiryarên hovane yên li Rojava, El Şehba û Şêx Meqsûd li ser gel pêk tên di warê huqûqî de nîşan bidin û têkoşîna qanûnî bidin meşandin.
*Yekîtiya Parêzeran bixebite ku kiryarên derveyî huqûqî yên ku zagona şer jî binpêdike ya Tirkiyê li Bakûrê Kurdistanê derxin holê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were xwestin.
*Avakirina heyetek ji bo şopandina xebatên yekîtiyê.
(rh/rc)