Li Ferqînê hovîtiya li pişt qedexeyê derket holê
12:26
JINHA
AMED - Piştî qedexeya derketinê 2 roj li bejahiya Ferqînê û bombe baranê hovîtiyê ku pêk hatî derket holê. Mertalên zindî piştî qedexe rabû, hovîtiyê ku li herêmê pêk hatî nîşan kirin.
Li navçeyê Ferqîna Amedê ku berî 2 rojan qedexeyê derketinê li 10 taxan hatibû îlan kirin, piştî operasyon bi dawî bû, şopên hovîtiyê ku pêk hatî derket holê. Piştî ku qedexe rabû mertalên zindî çûn herêma pevçûnê û hovîtiya pêk hatî girtin dîmenan. Li bejahiyê ku du roj bê navber êrîş lê pêk hatî, perçeyê bedenan, cil û pêlavên aîdê HPG'yan hat dîtin. Ji ber êrîşê dijwar li herêmê çalên mezin vebûne. Hat zanîn ku 8 cenaze bi helîkopteran rakirine û tê texmîn kirin ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî yê Meletiyayê.
Li gund û taxê Ferqînê Kaso, Seydankara, Hindês, Fişat, Cûmat, Şêlima, Erkenciler, Ergeçîdî û Bayrambaşi qedexeyê derketinê pêk hatiye li herêma Malê Gir, Malê Çehlê, Şêlima û Hindês hatî bombebaran kirin.
(rc)