Hevşaredara Silopiyê sirgûnê girtîgeha Sîncanê hat kirin

12:27

JINHA

ŞIRNEX – Hevşaredara Silopya Emîne Esmer ku di girtîgeha tîpa T ya Şirnexê de bû sirgunê girtîgeha Sîncan a Enqerê hat kirin.

Li Şirnexê hevşaredara Silopya Emîne Esmer ku di 4’ê Adarê bi ajokarê xwe re li Botaş’a Silopya hatibû girtin û di girtîgeha tîpa T ya Şirnexê de bû hat sirgûnkirin. Hat zanîn ku Emîne sirgûnê girtîgeha Sîncan a Enqerê hat kirin. Sedema sirgûn kirina Emîne ne hat zanîn.

(kom/rc)