Piştevanî ji berxwedana Terolarê mezin dibe

15:06

JINHA

GUMGUM - Piştevanî ji berxwedana welatiyên Elewî ên ku ku li Terolarê hember çêkirina qampê penaberan bertek nîşan didin mezin dibe.

Berxwedana welatiyên Elewî yên ku li dijî çêkirina kampa penaberan a li herêma Terolarê ya navçeya Dulkadîroglu ya Gurgumê bê çêkirin ji ber ku dê qada wan a jiyanê teng bike dane destpêkirin di roja 24. de berdewam dike. Ligel ku çalakiya berxwedanê berdewam dike, piştevaniya gundên derdor jî zêde dibin. Gel bi fikarin ku de çeteyan bînin qampê bi cih bikin.

Doh evarî esnafên beldeya Narliyê bi girseyî berxwedana gelê Terolarê ziyaret kirin, ji aliyên din ve komek jî ji Stenbolê hatibûn ziyaretê. Welatî li benda pêvajoya hiquqînin.

(dt/rc)