Li hember şîdetê serî li Mala Jinê da

15:41

JINHA

RIMÊLAN - Jinên ku rastê şîdetê tên ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serdana Saziyên Jinan dikin. X.M ya 35 salî rastê şîdetê hatiye hewara xwe gihand Mala Jinê.

X.M. ya 35 salî ku rastî şîdeta tiyê xwe A. H. hatiye, ji bo mafê xwe biparêze serdana Mala Jinê kir û li benda edaletê ye. Jina Ereb a bi navê X.M. li bajarê Rimêlan dijî û 15'ê Nîsanê rastê şîdeta tiyê xwe hatiye. X.M bûyera ku bi ser de hatiye wiha vegot: "Ez dayîka 4 zarokan im. Em bixwe li Lûbnanê dijiyan. Piştî ku hevjînê min di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, ez hatim Rimêlan li cem malbata hevjînê xwe. Lê ez li vir bi şîdet û neheqiyan re rûbirû hatim."

Hem mafê wê xwariye hem jî şîdet lê kiriye

X.M. wiha dewam kir, "Hinek pareyên me hebûn. min dixwest ji bo zarokên xwe xerc bikim, ji bo pêşeroja wan. Tiyê min dest danî ser pareyê min û got ku ew ê ji bo xwedîkirina zarokan bikar bînin. Lê belê tu alîkariya wan ji bo me çênebû. Dema min dewa mafê xwe kir li min xist. Min serlêdana Asayîşê kir û ew girtin. Lê paşê ku derket li zarokên min xist."X.M got ku keça wê ji ber alozî û tengasiyên malbatê ji mal derketiye û nexwestiye ku jiyaneke wek ya wê bijî, lewma tevlî nav refên YPJ'ê bûye.

X.M dibêje ku ji bo dewa mafê xwe bike û çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne serdana Mala Jinê ya bajar kiriye û li bendê ye ku jê re çareyek were dîtin. Ez dixwazim neheqiye hatiye kirin, ji holê rabe." Ji agahiyên ku Mala Jinê dane me ev doz li ber lêpirsînê de ye û tê payîn di dema pêşiya me de çareser bibe.

(rd/rc)