Dayîkên Şemî: Eger kujerên salên 90'î hatibana darizandin komkujiyên nû wê pêk nehata

16:08

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza pirskirina aqûbeta xizmên xwe yên winda û darizandina kiryaran li Qada Galatasarayê hatin cem hev aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 1981'an de di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Birayê Nurettîn, Muzaffer Yedîgol ê ku gotina "Em ji we tiştekî zêde naxwazin lê we ji me gelek tişt bir" bi kar anî diyar kir ku heke beriya salan berpirsyar bihatana darizandin li Kurdistanê îro mirov nedimiriyan.

Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza pirskirina aqûbeta xizmên xwe yên winda û darizandina kiryaran cara 577. li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 1981'an de di bin çavan de hate windakirin pirsîn û bal kişandin li ser bûyerên li Kurdistanê diqewime. Li qadê pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyê Nurettîn û çay û sîmît ku gelek jê hez dikir hate danîn. Dayikan wêneyên xizmên windayan jî hilgirtin û gelek kesan jî piştgirî dan çalakiyê.

'Em gelekî giriyan êdî îro şunde negirîn'

Di çalakiyê de ewil xwîşka Nurettîn, Sevîm demîr axivî û bi gotina "Em bi birayê xwe serbilind in" dest bi axaftina xwe kir, anî ziman ku ligel ku tu sûcê birayê wê tunebû jî hate binçavkirin, rastî îşkenceyê hat. Sevîm a ku di axaftina xwe de gelek hestewar bû gotina "Em gelekî giriyan êdî îro şunde negirîn" bi kar anî.

'Heke hinek mirov bin hûn ê hestiyên me bidin'

Piştre jî birayê Nurettîn, Muzaffer Yedîgol axivî û diyar kir ku ligel ku bizmar bi serê birayê wî de hatiye kirin jî serê xwe netewandiye. Muzaffer anî ziman ev 35 sal in der barê birayê xwe de agahî negirtine, rewşa welat her diçe xirabtir dibe. Muzaffer ê bang li dewletê kir wiha got: "Têkoşîna me beriya 35 salan dest pê kir. Ji ber ku hiqûq û edalet nemaye êdî me hewaleyî xwedê kiriye. Heke hûn hinekî mirov bin hestiyên me bidin me. Em ê bibêjin gorekî me heye. Em ji we tiştekî zêde naxwazin lê we ji me gelek tişt bir." Muzaffer got ku heke beriya salan berpirsyar bihatana darizandin îro mirov li Kurdistanê nedimirîn.

Ûmît Efe: Ligel şahîdbûn qebûl nekirin

Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Ûmît Efe yê di heman demê bi Nurettîn re hate binçavkirin jî axivî û wiha got: "Gelek îşkenceyên giran li Nurettîn kirin. Bizmar li serê wî xistin û ceryan dan lê wî bersiv nedida. Şahid tenê ne ez im kesên bi me re hatibûn binçavkirin hebûn. Lê ligel vê yekê jî em wekî şahid qebûl nekirin, îfadeyên me nehatin qebûlkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Parêzera malbatê Eren Keskîn jî anî ziman ku Nurettîn di bin çavan de nehatiye qetilkirin û dewletê bersiv nedaye daxwaznameyên ku hatine dayîn û ev agahî da: "Me wekî ÎHD serlêdan kir. Gilî kir. Me xwest şahid bên guhdarkirin. Bi hinceta demborînê birayara dozvekirinê nedan. Dewleta totalîter û mîlîter ji bo li ser hemû tiştan bigirin hiqûq kirin amûr."

Ji mirovên şemiyê Cihan Kaplan jî got meqamên edlî peywira xwe ya bicihanîna edaletê pêk naynin. Cîhan ê ku pêvajoya windakirina Nûrettin vegot wiha axivî: "Îro hiqûq pêk nayê, edalet pêk nayê lê em ê bêzar nebin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."

Piştî daxuyaniyê hate xwestin kesên ku di qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de berpirsyariya wan heye bên darizandin.

(rc)