Mîhrîcana Arîn a YJC'ê bi coşeke mezin didome
16:09
JINHA
EFRÎN- Mîhrîcana Arîn ya ku bi dirûşmeyê 'Hêza Avakirinê Di Yekbûna Hêza Jina Ciwan De Veşartiye' a ku ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê destpêkiribû, bi coşek mezin didome.
Di bernameyê îro ya Mîhrîcanê de jinên ciwan li Stada Yekîtiya Sporê maratonê kom bûn. Bi dehan ji xwendekar û malbatên wan di duyemîn roja mîhrîcana Arîn de amade bûn. Lîstokên bezê û Şetrenc hatin kirin. performansa jinên ciwan bi çepik û fîtikên temaşegeran ve pêşwazî bû. Di dawiya mîhrîcanê de dirûşmeyên 'Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd û Rojavayê Kurdistanê' hate berzkirin.
Mîhrîcan bi coşa ku destpêkiriye didome. Tê payîn ku sibê di roja sêyemîn a mîhrîcanê de li Stadê de sporên Fotbal, Basketbol û karate ji hêla Hêza Parastina Jinê were pêşkêşkirin.
(fr/cc/rc)