'Piştevaniya xweh û bira divê bê mezin kirin'

09:10

JINHA

AMED - Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava bi despêkirina piştevaniya 'xweh û bira' re gelek malbatên ku ji ber şer malên wan hatine xirab kirin serî li komeleyê didin. Yildiz Yildirim yê ku ji Îzmîrê piştevanî daye despêkirin got, "Dibe ku ev şer li Îzmîrê hatiba despêkirin, hevgirtina gel di pêvajoyên wiha de diyar dibe."

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava bi kampanya 'xweh û bira' alîkarî ji bo malbatên ku ji ber şer malê wan hatî xirab kirin dewam dike. Li Cizîrê nêzî 200 malbat ji kampanya piştevaniya xweh û bira sûdê werdigre. Heman kampanyayê ku li Amedê hatî despêkirin her ku diçe giranî dide xebatên xwe û li bajarên cuda kampanya berhevkirina zexîre û amûrên mal dan despêkirin. Jin ji Îzmîrê hatine Amedê da ku piştgirî bidin kampanyayê piştevaniyê. Jinan banga piştevaniyê li tevahî gel kirin û gotin di vê pêvajoyê de divê wekhevî û piştgiriya gel derê holê.

'Em ji bo piştevaniyê hatin vir'

Endama Komeleya Rojava yê Îzmîrê Yildiz Yildirim, diyar kir ku gelek amûr ji bo piştevaniyê di depoyan de hatine berhevkirin û pêdivî bi mirov hene ku tê de bixebitin û got li Îzmîrê ev xebat tê meşandin. Yildiz got, "Li Îzmîrê bi hevkariyê ÎHD'ê û rêxistinên civakên sivîl xebatê piştevaniyê tên kirin. Amûrên ku em ber hev dikin ji bo gelê Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopî re dişînin. Heya niha dû qamyon hatin şandin. Me li atolye jî ji bo jinan kampanya cilan da despêkirin. Li Îzmîrê kampanya rastî eleqeyek mezin tê. Em bi hêvîne ku em ê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û xwe bighînin her derê. Niha li Îzmîrê fereseta seferberiyê heye. Wek pêvajoya Kobanê rûhek hevpar hatî despêkirin. Dê dewama vê yekê jî bê."

'Dibe ku ev şer ne li Sûrê li Îzmîrê pêk hatiba'

Yildiz da zanîn ku bi piştevaniya xweh û bira di nava gel de têkîlî jî bi hêz dike û wiha dewam kir, "Bi taybet kampanya xweh û bira rastî eleqeyek mezin hat û gelek ser lêdan jî hene. Em nekaribin di warê maddî de bibin alîkar bi piştevaniyê xweh û bira em dikarin piştgiriyê herî mezin bi malbatan re bikin. Dibe ku ev şer ne li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopî ba li Îzmîr, Stenbol an jî Enqerê pêk hatiba. Eger wiha ba gelê Kurdistanê dê ti car me bi tenê ne hêştiba. Eger pariyek nanê wan heba wê wî jî parvekiribana. Divê em jî bi rûhê wekhevî û piştevanî xebat bimeşînin."

'Piştgiriya ligel gelê Kurd berpirsyariya meye'

Yildiz destnîşan kir ku ew ji bo piştevaniya gel ji Îzmîrê hatiye Amedê û wiha got, "Piştevanî ne tenê di warê maddî de pêk tê. Zexîre û amûrên ku hatine berhevkirin wan li depo kirina pakêt jî karek girînge. Divê em birînên malbatên ku rastî êrîşê hatine bigrin û bibin alîkar ku rewşa wan yê jiyanê bên hêsan kirin. Her tiştê ku ji dest me tê ligel tevahî astengî em hewldidin pêk bînin. Em banga piştevaniyê li tevahî dost, sosyalîst, Marksîstan, welatparêzan û gelan dikin. Dibe ku nekaribin bên, her kes li qadên lê dimîne dikare tiştek bike. Gelek xaniyê welatiyan hatin xirab kirin. Pêdivî bi cilşo, sarinc û hwd. heye. Divê em li hember malbatan bi hesasiyet tevbigerin."

(rc)