Gefên 'Hûnê li ber tirkan serî bitewinîn' li girtiyan dixwin!

10:07

JINHA

ÊLIH - Girtiyên li Girtigiha Gebze ya Jinan bi rêya malbatên xwe gotin ku ji aliyê reverberiya girtigihê ve ew rastî êrîşan tên û gardiyan gefên 'Hûnê serî li ber tirkan bitewînin' dixwin.

Girtiyên ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên ser bajarên Kurdistanê yên ku rêveberiya xwecihî îlankirine dawî bibe girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin ser wan êrîş zêdetir bûn. Girtiyên siyasî, bi riya malbatên xwe yên çûn hevdîtinê agahî dan derve û gotin ku ji aliyê gardiyanan ve ew rastî gef û êrîşan tên û her roj êrîş girantir dibin. Girtiyên siyasî yê li Girtigiha Girtî ya Jinan a Gebzê diyar kirin ku gardiyanan li ser wan gotinên faşîzane ên wek 'Hûnê li ber miletê tirk serî bitewînin' kirin. Girtiyan dan zanîn ku rmanca rêvebirên girtigihê ewe ku berxwedana wan bişkînin. Girtiyan anîn ziman ku nîvê şevê gardiyan bi kefyî tên qawîşên wan lêgerîn dikin û deriyan hişk digrin, her tiştê dibînin dibin, heya kulîlkên wan jî kom kirine. Gitiyên siyasî yê jin diyar kirin ku bi teybêtî gardiyan gefên 'Alçak no hûnê serî li ber miletê tirk bitewînin, hûn qatîlin' dixwin. Girgiyên jin bilêv kirin ku ewê serî li hember van gefan netewînin û dê berevajî berxwedana xwe mezintir bikin.

Malbatên girtiyan, ragihandin ku ew ji van êrîşên li ser girtiyan bi fikarin û bila dawî li van êrîşan were. Malbatan diyar kirin ku divê gardiyan êrîşî greva birçîbûnê ya girtiyan nekin bila daxwazên wan werin qabûl kirin û dê berxwedana girtiyan bi êrîşan ti car newe şikandin.

(dt/zt)