Weşanxana Aramê: Sekna me zelale, bê xwestin em ê pirtûkan yek bi yek belav bikin

11:22

Şehriban Aslan / JINHA

AMED - Weşanxana Aramê li gel hemû tindiyan ji dema despêkirineye heya niha berdewam dike. Editora Weşanxanê Zozan Ozkeskin diyar kir ku li gel astengiyan jî li Kurdistan û Tirkiyê belavkariyek baş dikin.

Weşanxana Aramê li gel hemu astengiya ji sala 1998'an heya niha, li hember êrîş û girtina weşanxanê di nava berxwedanek mezin de jiyana xweşana xwe berdewam dike. Ji salên derbasbûyî heya niha weşanxane rastî êrîşan tê û dest di deynin ser pirtûkên weşanxanê. Edîtora Weşanxana Aramê Zozan Ozkeskîn diyar kir ku ew ê ti car dev ji belav kirina pirtûkan bernedin û wê belavkirina pirtûkan ji niha û şon de jî berdewam bikin.

'Pirtukên ku 300 sal çap kirî hene'

Zozan destnîşan kir ku dê Weşanxana Aramê îdeolojiya xwe mezintir bike û wiha dom kir: "Me heya niha li hember hemu qedexe û astengiyan, xebatên xwe berdewam kir. 300 pirtûkên Weşanxana Aramê çap kirin hene. Salê berê ku dest bi weşanê kir, kovara 'Vesta' a wêje û dîrokê weşand. Di heman demê de di nava pirtûkên hatin wergerkirin de pirtûkên Noam Chomsky rastî aleqeyek mezin hatin."

Zozan got ku piştî Weşanxana Aramê navberek hîn bi hêztir, profesyonel dest bi weşanê kir û bi xwendekaran re hat cem hev û wiha berdewam kir: "Îro arşîvek me ya pirtukan a weke pirtûkên lêkolîn, dîrok, helbest, roman, biranîn û rêzimana kurdî hene. Bi teybetî li weşanxana me pirtûkên wek roman û lêkolkînê rastî eleqeyek mezin tên. Xwediyên arşîva me yên herî mezin jî piranî di girtîgihan denin. Bi qasî vînbûna nivîskarên me, pênûsan wan jî bi hêze. Di vê demê de torek me ya belav kirinê bi hêz heye û di heman demê de êrîş li ser weşanxana me zêdetir bûne. Li Wan, Amed û Stenbolê torek me ya bi hêz a belav kirinê hat çêkirin. Bi van toran li herêmê û navnêtewî weşanxana me cihê xwe li fuaran girtiye. Li hember van hemiyan mirov dikare bi zimanekî mizahî bêje li ser weşanxanê êrîş û serdegirtin ti car kêm nebûn. Îro jî ev êrîş berdewam dike û keyfî êrîş tên kirin, di heman demê de jî pirtukên me tên komkirin."

'Cezayê pere tê birîn û dest di deynin ser pitûkên me'

Zozan destînşan kir ku ji bo hemu pirtûkên wan serlêdanên zagonî tên kirin û etîketên pirtûkan tên jêkirin û wiha pê de çû: "Piştî ku pirtûk digihin destê me sepandinên keyfî tên kirin û polîtîqayên astengiyan dikevin dewrê. Bi teybetî di demên dawî de pirtûkên em dişînin girtîgihan tên qedexekirin û ji bo vê bi fikar tên ditîn nadin girtiyan. Dîsa li gelek deverên Kurdistanê gelek pirtûkxaneyên me tên şewitandin û nema tên xebitandin. Gava em pirtûkên xwe aktîf li bajarên Tirkiyê û Derya Reş belav dikin, hîn pirtûkên me di koliyan de tên kontrol kirin û polis dest di deynin ser wan. Di demek nêz de weşanxaneyek li Enqerê ku pirtûkên me di refan de di firotin 5 hezar ceza lê hat birîn û derheqê pirtûkxanê dê girtname hat girtin."

'Sekna me zelale, bê xwestin em ê pirtûkan yek bi yek belav bikin'

Zozan dazanîn ku ji ber li pirtûkxaneyek a Mêrsînê pirtûkên wan tên firotin xwediyê pirtûkxanê tehdît kirine û polîsan jerê gotine; 'Eger tu van pirtûkan bifiroşê tê ceza bixwê.' Zozan wiha dom kir: "Sê pirtukxanê hemû pirtûkên me carek din ji mere rê kirin. Şirketên ku bi salane ji me pirtûkan dixwazin hema bêje nema pirtûkan dixwazin. Ya xirab ew e ku di derbarê pirtûkên hatin desteserkirin de ti nivîsên fermî nehatiye pirtûkxanê. Li hember van astengiyan û êrîşên keyfî sekna me zelale. Em ê belav kirina pirtûkên xwe berdewam bikin. Em ê di fuaradê de dengê xwe û fikrê xwe belav bikin. Bê xwestin em ê pirtûkan yek bi yek bela bikin."

(dt/zt)