Sure ya ku zaroka wê li goristana bêkesan defin kirin: Ezê doz vekim

15:00

JINHA

ŞIRNEX - Sure Gabaka ku ji ber 79 rojên li Cizîrê 'qedexeya derketina kolanan' neçar ma li malê zayîn bike, piştî zayînê zaroka wê rakirin nexweşxanê û carekdin nema zaroka xwe dît. Sure got ku hêzên dewletê gora zaroka wê jî nîşanî nekirine, tenê agahiya mirina zaroka xwe girtiye û got: "Ez ê di derbarê yên ku ev wehşet bi min dan jiyandin de doz vekim."

Li navçeya Cizîra Şirnexê hêzên dewletê di êrîşên qirqirinê de bi sedan mirovên sivîl qatilkirin, bi sedan welatî birîndar kirin û gelek xanî, cihên kar anîne rewşa êdî neyên xebitandin. Di êrîşên hêzên dewletê de gelek mafên ku li Cizîrê hatin binpêkirin, welatiyên ku hatin qatilkirin berî xebera malbatan li goristanên bêkesan hatin defin kirin. Sure Gabak jî wan malbatên ku gora zaroka xwe nedîtiye. Sure da zanîn di wan rojên ku 'qedexa derketina kolanan' a 79 rojan li Cizîrê dom kir de zaroka wê jiyana xwe ji dest da, wê gora zaroka xwe jî nedîtiye. Sure bertek nîşanî bûyerên ku hatin jiyan da û got: "Ez 9 heyvan bi 4 çavan li benda zayîna zaroka xwe mam, lê zaroka min nîşanî min nedan û defin kirin. Ez pirs dikim ev wijdanek çawaye?

'Ji ber qedexeya li malê za'

Sure diyar kir ku piştî qedexeya derketina kolanan li Cîzîrê hat îlan kirin, çukên wê yên zayinê destpêkiriye û wiha zehmetiyên xwe anî ziman: "Maliyên me agahî dan ambulansê, lê ji ber ku qedexe hebû ambûlans nehat. Heya em li benda ambulansê sekinîn zaroka min hate dinê, lê deng jê nedihat. Gava ambulansê zaroka min bir nexweşxanê gotin 'bebika te dijî.' Ji ber qedexeyê min nekarî bû bi zaroka xwe re herim nexweşxanê. Ji bo ku wê şevê şer zêdetir bû û 4 zarokên min li mal bi tenê diman. Zaroka min rojek li nexweşxanê ma û serê sibihê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zaroka min nedan min."

'Ji min û zaroka min re bê rêz dariye'

Sure got ku piştî zaroka wê birin nexweşxanê nema dît û wiha bertek nîşan da: "Min xwest bebika xwe bibînim, lê destur nedan. 3 heyva cenaze bebika min nedan. Ez dicar çûm nexweşxanê, lê nehiştin ez ruyê bebika xwe bibînim. Rojek din ez çûm nexweşxanê, min got; 'polîsan ez dixwazim bebika xwe bibînim' lê polîsan bersiva; 'ev 3 heyve te bebika xwe nediye tu dikarê 2 heyvên din jî nebînê çîdibe' dan min. Ev zordestiye ku li me dikin. Ev ji zaroka ku 9 heyva min di zikê xwe de mezin kirî û ji min re bê rêziye."

'Ez nizanim gora zaroka min li kuye'

Sure diyar kir ku tenê ji zarokan wê gava çûye kontrola bijîşk, ser kaxeza utrasonê maye û wiha hastên xwe anî ziman: "Gorek zaroka min hî nine. Polîsan her cara ku ez çûm cenazê bebika xwe bigrim hincetek dîtin û ez şandim malê. Polîsan ji min re gotin; 'tu nikarê bebika xwe naskê ruyê bebika te nayê nasîn.' Piştî heftiyek din ez dîsa çûm vê carê gotin ku cenaze radestî şaredariyê kirine. Heya vê saetê ez nizanim çi bû ji bebika min û ne diyare, li kîjan goristanê hat defin kirin."

'Ezê doz vekim'

Sure bilêv kir ku dê hesabê êşa kişandî bipirse û ji bo ku êşa wê jiyan kirî ti malbatên dinê nejîn dê doz veke û wiha domand: "Ezê li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînim. Ezê giliyê yên ku ev li zaroka min kirine bikim. Dilê min şewitî bila dilê ti dayîkên dinê neşewite. Ez li vêderê bang li hemû parêzvanên mafê mirovan dikim. Bila vi vê dozê de alîkariya min bikin."

(dt/zt)