Rapora medyayê: Li hember çapemeniya azad şer despêkirine

15:24

JINHA

ENQERE - Şaxa ÇGD a Enqerê rapora medyayê ya çile- sibat-adarê aşkire kir.

Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) a Enqeryê rapora medyayê 3 mehên çile, sibat û Adarê aşkere kir. ÇGD'ê rapor bi civîna çapemeniyê li şaxa Enqereye parve kir. Di civîna çapemeniyê de Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay û Rêveberên ÇGD'ê yên Enqereyê Huseyin Hayatsever û Çinar Livane Ozer amade bûn. Daneyên di raporê de hatin parvekirin.

ÇGD'ê di raporê de diyar kir ku li gorî sala 2015'an mafên rojnamegeran û çapemeniyê bêtir hatiye binpêkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku li gorî salên berê bêtir ber bi tariyê ve diçin. Di raporê de hat zanîn ku îxtîdarê têkoşîna xwe kiriye ya hebûn û tunebûnê û ji bo vê yekê derewên xwe mafdar û serdest dike. ÇGD'ê da zanîn ku li aliyekî derewan xurt dike, li aliyê din êrîşî çapemenya ku rastiyan aşkere dike û li dijî rojnamegerên serbixwe û azad şerek daye destpêkirin.

Di raporê de hat zanîn ku Tirkiye di qada azadiya raman û azadiyê de têkoşîna hebûna jiyanê dide û wiha hat gotin: "Di 3 mehên dawî de em rastî hemû pêkutî û zextan hatin. Hempîşeyên me li gorî erk û peyvira xwe xwest raya giştî agahdar bikin. Ji ber fikrê nivîskar hatin darizandin û li midûriyeta polîsan îfade dan. Rastî lêdanê hatin. Rojnameger hatin binçavkirin. Girtî hatin girtin û alavên wan hatin desteserkirin. Gelek kedkarên çapemeniyê ji kar hatin dûrxistin. "

Di rapora 3 mehan de bal kişandin ser doza TIR'ên MİT'ê û wiha hat gotin: "Can Dundar û Erdem Gul 40 rojan di decridê de 92 rojan hatin girtin. Li Kurdistanê ji ber dorpêçkirinê rojnameger rastî zext û zordariyan hatin.

Li gorî rapora 3 mehên 2016'an binpêkirina mafan wiha ye:

"* Rojnamegerek ji aliyê polisan ve hat birindarkirin.

* 4 rojnameger rastî êrîşa polîsan a fîzîkî hatin.

* 4 rojnameger rastî cezayê girtîgehê hatin. Ji tawanbarkirina 'Teror' û 'hakaret' bi giştî 54 sal û 11 mehan rastî ceza hatin.

* Der barê 6 nivîskaran û saziyên çapemeniyê de bi hinceta "heqaret li serokomar kirine" 12 lêpirsîn vekirin.

* 3' biyanî bi giştî 20 rojnameger hatin binçavkirin.

* 4 rojnameger hatin girtin.

* 6 rojnamegeran li dozgeriyê îfade dan.

* 5 rojnameger ji ber doz li wan hatin vekirin îfade dan dadger.

* Li 8 saziyen çapemeniyê doz hatin vekirin.

* 3 rojnameger hatin desteserkirin.

* Rojnamegerekî biyanî hat dersinorkirin.

* Piştî 6 buyerên civakî qedexeya weşanê hat dayîn.

* Li dijî 2 saziyên çapemeniyê êrîş pêk hatin

* Kovarek, rojnameyek û pirtûkek rastî qedxeya belavkariyê hat.

* Medyayên civakî 7 caran rastî qedexeya ragihandine hatin.

* Pêkanînên akreditasyonê dîsa xistin meriyetê.

* 5 weşanên Koma Îpek Medya bi tevahî hatin girtin.

* Rêveberiya Rojnameya Zaman û Ajansa Nûçeyan a Cihanê ji aliyê qeyyûmê ve hat desteserkirin.

* Olay TV buroya Enqere, Koma Dogan Medya jî radikal.com.tr girt.

* 723 kedkarên çapemeniyê ji kar hat derxistin.

(zt)