Ji Meclisa Jinên Azad banga tekoşîna hevbeş
15:46
JINHA
STENBOL - Bi armanca piştevaniya ji bo akademisyenên girtî 'Nobeta Azadiyê' ya ku li ber Girtîgeha Girtiya Jinan a Bakirkoyê hatî despkirin tê ziyaretkirin. Meclisa Jinên Azad, parlementerên HDP'ê û endamên KJA yê di serdana nobetê de banga tekoşîna hevbeş li hemû jinan kirin.
Meclîsa Azadiyê ya Jinê (KOM) û Komîsyona Perwerdehiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûn serdena "Nobeta Azadiyê" ya ku ji bo akademîsyenên îmze avêtin bin belavoka aştiyê yên hatin girtin "Alîkar Doç. Dr. Muzaffer Kaya, Alîkar Doç. Dr. Esra Mungan, Doç. Dr. kivanç Ersoy û Alîkar Doç. Dr. Meral Camci li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan û endamên Koordinasyona KJA yê Sabahat Tuncel û Ceylan Bagriyanik jî di navê de gelek jinçûn serdanê. Di serdanê de Gûlsûm Agaoglu axivî û diyar kir ku ew weke jin di pêvajoya aştî û muzakereyê ji bo gotin û îradeya hevpar derxîne holê, aştî civakî bibe mekanîzmayê ava bikn derketine rê.
Gulsum bilêv kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo akademîsyenan bidomînin û wiha axivî: "Em jin bêzar nabin, bêdeng nabin. Em di aştiyê de israr dikin. Em bang li hemû jinan dikin û dixwazin bibin şopdarên bangawaziyên aştiyê."
Li ser navê Komîsyona Perwerdehiyê ya ÎHD'ê lîstikvan Nur Sûrer jî diyar kir ku pêvajoya ku ji tarîtiyê xwedî dibe heye û ev tişt anî ziman: "Em dizanin tirsonek bi pevçûnan hebûna xwe didomînin. Yên ku ji tirsê rewşa kaosê diafirînin bila bizanibin ku em ê dev ji parastina aştiyê bernedin. Em ê yên ku aştiyê diparêzin jî biparêzin."
Kesên çûn serdanê piştî demeke ji wir veqetiyan.
(zt)