Ji bo endama YJA - STAR Fatma Demîr mewlud hat dayin
16:34
JINHA
AMED - Ji bo şervana YJA -STAR Fatma Demîr (Arjîn Fis) ku di encama êrîşên hewayiyên dewleta tirk li ser Heremê Parastina Medayayê de jiyana xwe jidest dayî mewlud hat dayîn.
Ji bo şevana YJA -STAR'ê û Fatma Demîr (Arjîn Fis) ku di encama êrîşên hewayiyên dewleta tirk de li Heremê Parastina Medayayê bi du hevalên xwe re jiyana xwe jidestdayîn li Mala Şînêya Hevselê mewlud hat dayîn. Di despêka mewludê de bi dehan jin ji bo bîranîna şervanên YPS û YPS-JIN ku di rêveberiyên cewherî de jiyana xwe jidestdane rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA -DER'ê Amedê Ayşe Dîcle axift û got: "Em ê xwedî li têkoşîna Fatmayan heya Berîtan, Sara, Zîlan derkevin. Divê em xwedî li têkoşîna jinan derkevin û bîranînên wan bidin jiyandin. Îro gelê Sur, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê li ber xwe didin û dibin êrîşên giran denin. Divê em têkoşîna wan bilindbikin. Em ê şopdarê têkoşîna Fatma û rehevalên wê bin."
Piştî axaftinan xwarina mewlûdê hat belav kirin.
(dt/zt)