Destaya Jinê giranî dide xebatê herêma El Şehbe yê

09:06

Fîdan Rezan/JINHA

EFRÎN - Endama Desteya Jinê ya Meclîsa Rêveberiya herêma El Şehba Emîne Xidro kar û xebatên desteye vegot û da zanîn ku ew hewl didin bandora şer û kevneşopiyan ji holê rakin.

Herêma El Şehba gundewarên Başûrê Helebê û bajarên wek Ezaz, Minbic, Cerablûs, El Bab, El Sifêra û heya çiyayê Seman digire nav xwe. Gelên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen lê dijîn. Ev herêm bi tevahî ji çeteyan nehatiye paqij kirin. Lê belê di encama berxwedaniya MSD'ê de qadên ku rizgar bûn, gelê wir bi îlankirina rêveberiya xwe ya xweser Meclîsa Rêveberiyê damezirandin. Di bûnyaya Meclîsa Rêveber a El Şehba de Desteya Jinê jî hate rêxistinkirin. Endama Desteya Jin ya Meclîsa Rêveberiya Herêma El Şehba Emîne Xidro xebatên desteye nirxand û da zanîn ku ew hewl didin birînên kûr ên civakê derman bikin.

'Di meclîsê de ji %50 jin cih girtine'

Emîne Xidro diyar kir ku ew wek Desteya Jin hewl didin li cihên ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin bi pirsgirkên jinan ên madî, derûnî û civakî re mijûl bibin û şopên tundiya çeteyan li ser jiyana civakê ji holê rakin.
Emîne di derbarê avakirina Meclîsa Rêveber a El Şehba de wiha got: "Di meclîsê de ji %50 jin beşdar dibin. Meclîsa Rêveber di 24'ê Adara 2015'an de hat avakirin û em jin jî xwe di navde bi rêxistin dikin. Piranî jî em bi pirsgirêkên jinên ku koçberê Efrînê dibin re mijûl dibin. Em piştevanî ji bo wan dikin û heya asteke mezin bi wan re pêwendî hatiye dayîn. Herwiha em jinan birêxstin dikin ku biçin gundan û li wir xebat bikin."

Emîne destnîşan kir ku ji bo herêma El Şehba pêdiviyeke lezgîn bi avakirina Desteya Jin hebû û wiha pê de çû: "Erka me ew e ku çanda wekheviyê di navbera jin û mêr de pêşbixin û divê jin bikaribe li beramberî destdirêjî û zordariyê xwe bike hêz. Lê di herêmê de hem bandora kevneşopyan, hem jî bandora şerê wêranker herî zêde li jinê kiriye."

'Hîna li pêşiya me rêyeke dirêj heye'

Emîne di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Em ji bo rêxistinkirina jinan diçin malên wan û hewl didin ku rewşa wan fêm bikin. Ji xwe Meclîsa me armanc dike ku civakeke exlaqî-polîtîk ku jiyana hevbeş esas digire ava bike. Ev jî bi rêxistinbûn û parastina mafê jinan û zarokan pêkan e ye." Emîne diyar kir ew ji bo karibin rewşa heyî ya giran derbas bikin di serî de perwerdekirina jinan girîng dibînin û wiha domand: "Di vê çarçoveyê de semîner û perwerde tê dayîn. Her meh civîn têne çêkirin û em li nêrîn û êşên jinan guhdar dikin. Em dibînin ku her diçe bandora zihniyeta mêran bi perwerdê re kêm dibe, lê belê hîna li pêşiya me rêyeke dirêj heye."

Di derbarê xebatên Desteyê de Emîne got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên herêmê têkîliya me bi sazî û dezgehên jinan ku di çarçoveya parastina mafê jinê dixebitin de jî hene."

(lç/rc)