Koma erbanê ya jinên Colemêrgê
09:08
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a Colemêrgê jinên ciwan perwreda erbanê dibînin. Jinên di koma erbanê de perwerdê dibînin gotin: "Em niha xwedî li mirasên Delilayan derdikevin, ev ji keyfxweşiyek pir mezine ku mirov xwedî li dîroka jina kurd derbikeve."
Li Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a Colemêrgê jin reng didin Hûnêrê. Li Navenda Feqiyê Teyran gelek xebatên hunerî tên kirin û gelek estrumanên muzîkê tên hînkirin. Yek ji estrumanên herî zêde jin eleqe nîşan didin û herî xwe li jinan tê erbaneye. Ji xwe li ser kevanên erbaneyan jî piranî wêneyên jinan hene. Ji bo wê jî herî zêde weke ku estrumana herî nêzî jinane, di lêdanê de jî herî xweş li destê jinan tê. Di piraniya şahiyên Colemêrgê de jinên ciwan bi koma xwe ya erbanê beşdardibin. Niha jî li navendê 20 jin perwerda erbanê dibînin. Jinên perwerda erbanê dibînin gotin: "Çanda Colemêrgê bi me jinan dewlemend dibe em dengê Colemêrgê ne."
'Em jin bi erbanê hestên xwe didîn derve'
Mamostaya li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran perwerda Erbanê Hulya Durgun diyar kir ku jinên Ciwan ên Xwendekar bi coşek mezin tevlî perwerda erbanê dibin û Delilayan ji bo xwe weke efesaneyek erbanê dibînin û wiha axivi; "Ez despêkê li vir xwendekar bûm. Min ji erbanê heskir, li gorî min erbane herî baş li jinan tê û estrumanek gelek kevanreye. Niha jî li vêderê perwerdê didim. Niha serlêdan ji bo perwerda erbanê pir hene zêdetir jî jin serîlêdidin. Jinên vêderê erbanê nêzî xwe dibînin. Niha li vir 20 xwendekarên min ên jin hene hemû jî bi dildariyek mezin tevlî perwerda erbanê dibin. Em bi hev re tevlî hemû şahiyên li vir tên lidarxistin dibin. Ji ber wê ji em pir di xebitin, em wê demê dibin dengê ciwaka Colemêrgê. Çanda Colemêrgê bi me jinan dewlemend dibe û rengîn dibe. Ji ber wê jî emê her tim bi coşek mezin erbanê lê bidin ji ber ku erbanê lorîna me jinane. Em jin bi erbanê hestên xwe tînin ziman."
'Erbane ji bo min dengê Delîlayane'
Jina li Erbanê dide ya bi navê Zozan Akdogan (18) jî dazanîn ku ew bi erbanê hest û romanên xwe tînin ziman û wiha got: "Ji ber erbane ji bo min qêrîna jinê ye ango qêrîna jina Kurde. Ji bo min erbane bihîstina dengê Zarifeyan, Sakineyan û Delilayane, qêrîna jina azade. Dema ku li erbanê dixim weke ku dengê wan dibihisim. Li Kurdistanê pêdiviya herî mezine bihîstina dengê hunera jinêye. Ez dikarim bêjim ku azadiya jinê azadiya hunerê ye. Jinên kurd dîroka Kurdistanê bi lorînan dane jiyandin."
'Erbane ji bo min heskirina hunerê ye'
Xwendekara bi navê Vîyan Kurt ji anî ziman ku ger Hûner azad bû wi demî ewê bikaribin dengê civakê bi hunerê bidin bihîstin û wiha domand; "Jin niha bi her awayî di her qadên jiyanê de cih digirin. Huner ji bo ciwakekê dewlemdiya herî mezine, lê mixabin pergal destê xwe di avêje hûnerê jî. Di hunerê de jinê weke amêr dide pêş ,lê em baş dizanin ku pergal ji dengê jinê ditirse ji bo wê bi awayê zirav ser de tê. Li ser jinê dixwazin hûnera kurdewarî bikujin. Erbane bi rasti gava ez lê didim, weke ku ji nû ve wateyê didim jiyanê wiha mezin lêdinêrim. Li gorî min amûrê hûnerê yê herî bi bandor erbane ye. Ji xwe piranî jin lê dixin. Li vir derdikeve holê ku jin di hûnerê de cihek çiqas giring digire. Em niha xwedî li mirasên Delilayan derdikevin, ev ji keyfxweşiyek pir cudaye ku mirov xwedî li dîroka jina kurd derbikeve, keyfxweşiya herî mezine. Ez li vir xwendekarim niha, lê ez jî xwe bawerim ku ezê bi dengê xwe diroka jinê û dengê jinê bidim bibihistin. Erbane heskirineke, çawa ku jiyan evîndarê biharê ye, em jî ew qas evîndarê erbanê ne."
(zt)