Berf heliya bereketa xwazayê bi keda jinê re bû yek
09:10
Vildan Atmaca/JINHA
WAN - Piştî li Geliyê Zîlanê berf heliya welatiyên herêmê dest bi amadekariyên biharê kirin. Jin bi xweşikbûn û dewlemendiya geyayê ji çiya kom dikin debara mala xwe dikin.
Piştî helandina berfê, germa rojê ruyê xwe nîşanda. Piştî zivistana dirêj li Serhedê, axa bi bereket ya Gêliyê Zîlanê ji gelê Serhedê re fersendek a darbaskirina debara melê ye. Welatiyên herêmê debara mala xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan dikin. Jinên Gêliyê Zîlan bi hilberîna axa xwe li ser pişta hespa li serê çiyayan dest bi komkirina geyayê merde, pincar, spidang û heliz kirin. Jin tenê bi komkirina geyê sînor namînin li baxça fêkî û sebze jî diçînin.
'Em ji bo komkirina giya li ser pişta hespan diçin'
Gêlyê Zîlan bi dewlemendiya xwezaya xwe bihatina biharê re xweşikbûnekî dide herema Serhedê. Sultan Siyer ya ku li gundê Doxançî ya Zîlanê jiyan dike, bi hatina biharê re, karên ku dike wiha vegot: "Berf heliya bereketa xwezayê bi destê jinê re bû yek û çiyayên me dîsa bereketa xwe nîşanda. Em li çiya giya kom dikin. Em van giyan ji bo zivistan û biharê kom dikin. Em van giyayan di xwarinên xweyên herêmî de bikartînin. Em giyayên komdikin li bazara Erdîşê li ser dezgihan di firoşin û ev giyayên bişîfa zehf bûhane." Sultan a li ser pişta hesp li çiya komkirina geya bi van gotinan anî ziman: "Bi helandina berfê re em li çiya giyayên wek mendî, sirmo û sipidang kom dikin. Em jin gava diçin kom kirina giya li ser pişta hesp diçin. Em niha ji bo zivistanê dest bi komkirina giya dikin.
'Em jin axa xwe diçînin'
Asiye Keleş ya ji gundê Hasanbdal a Zîlanê, jî da zanîn ku ew hem pezê xwe derdixe çêroyê û hem jî li ber re karê dest dike û wiha berdewam kir: "Em bi hatina biharê re ji bo xwerinên xwe yê zivistanê amedekarî dikin. Em ji bo çêkirina xwerina Keledoş li çiya giyayên bişîfa kom dikin. Ev giya pir bûhaye. Em bi hatina biharê re darên li bexçeyên xwe dikezixînin û derdorê mala xwe pakij dikin. Em ji bo çandina fêkiyan di nava bîstanên xwe de dest bi kar dikin. Em ji bo amedekariyên zivistanê 3 heyvan li zozanan dimînin."
(dt/zt)