Seda Tanrıkulu: Emê hewilbidin bibin dengê girtiyan
11:09
Ozgu Ozutok/JINHA
İZMİR - Hevseroka TAYD-DER'a Îzmîrê Seda Tanrıkulu, diyar kir ku her diçe ser girtiyên siyasî binpêkirinên mafan zêde dibe û got: "Sekna hevalên me ya berxwedêr ji bo me hemûyan peyame. Li gel hemû tindî û polîtîkayên helandinê em li gel hevalên xwe ne. Emê hewilbidin bibin dengê wan û malbatan."
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê her diçe tindiyên ser girtiyan zêde dibe. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TAYD-DER) a Îzmîrê Seda Tanrıkulu, balkişand ser zêdebûna tindiya li girtîgehan û da zanîn ku di demên dawî de li Girtîgeha Şakranê girtiyên jin rastî lêgera tazî hatine û hatine darbkirin. Seda destnîşan kir ku rewşên weke wê li Girtîgeha Kirikaleyê jî hat jiyan kirin, jinên hatin ziyaretê bi navê "lêgera zirav" hatin tacîzkirin.
'Beşê diyê şer li girtîgehan berdewam dike'
Seda berdewamkirina şerê li Kurdistanê ji dema îlana rêveberiyên xwecihî despêkirî û hîna berdewam dike jî bibîrxist û bilêv kir ku aliyê dinê yê şer li girtîgehan tê jiyandin. Seda anî ziman ku piştî li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 6 girtiyan firarkirin êdî sirgun û tindî hîn zêdetir ser girtiyan zêdebûn û wiha domand: "Di sirgunan de weke berê tê zanîn darb, îskence, bêmafî û lêgera tazî tiştên der mirovane ser girtiyan tên kirin. Ji bo dorpêçên ser Kurdistanê û dorpêça ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, daxwazên rêveberiya xwecihî ser masê bê nîqaşkirin girtî bi dor vegera 10 rojan dest bi gireva birçîbûnê kirin. Piştî despêkirina gireva birçîbûnê her çu tindiyên ser girtiyan zêdebûn."
'Girtiyên li hember lêgera tazî li ber xwe dan hatin darbkirin'
Seda diyar kir ku li Girtîgeha Şakaranê jinên girtî rastî lêgera tazî hatine, ser wê de jî girtî dabkirine û wiha berdewam kir: "Dema ku me li gel hevalên xwe hevdîtin kir wan bi xwe ev ji me re gotin. Ji ber şerê li Kurdistanê tê meşandin mafê xwe yê zagonî xebitandine û ketine gireva birçîbûnê."
Seda da zanîn ku li Girtîgeha Kirikaleyê jinên ziyaretci bi navê lêgera zirav tacîzkirine û wiha dom kir: "Bi tayîbetî jî ev lêger gardiyanek jin a memur kiriye. Em û malbat ji van sepandinan nerihet dibin. Ev şer li gortîgehan jî berdewam dike. Hikumeta AKP'ê ya mîrasciyê polîtîkayên Kenan Evren ê di salên 80'an berdewam dike ye."
Seda bilêv kir ku tenê ne darb, lêgera tazî û îskence gelek bêmafiyên dinê yên weke dema tişt ji girtiyan re diçin nadin wan jî tên kirin û wiha pêde çu: "Mafê girtiyekê heye ji derveyî malbatê 3 ziyaretciyên wan hebe. Ev kar di şertên normal de hefteyekê tên kirin, lê li Girtîgeha Şakranê pir tê dirêjkirin. Hewildidin mafê hevdîtinê jî ji destê hevalên me bigirin. Ji ber ku ev nêzîkatiyek polîtîke li hember hevalên me tê kirin, ji bo wê ew jî helwesta xwe nîşan didin û ji me daxwaziya baldariyê dikin. Em jî bang li hemû rêxistinên jinan û mafê mirovan dikin ku li hember van rewşan baladarbin. Helwesta hevalên me ya berxwedêr ji bo me hemûyan peyame. Li gel hemû tindiyan û polîtîkayên helandinê em li gel hevalên xwene. Emê hewilbidin bibin dengê wan û malbatan."
(zt)